Tê payin hin sivîlên û çeteyên teslîmbûyê ji Baxozê bên derxistin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li eniyeke şer a li Baxozê operasyon sekinandin. Tê payin ku hin sivîl û çeteyên teslîmbûyî ji gund bên derxistin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li eniyeke şer a li Baxozê operasyon sekinandin. Tê payin ku hin sivîl û çeteyên teslîmbûyî ji gund bên derxistin.
Berdevkê Çapemeniyê yê QSD'ê Mûstefa Balî li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da û diyar kir, li eniyeke Baxozê operasyon hatiye rawestandin.
Balî diyar kir, ku ji bo derxistina sivîlên ji aliyê çeteyan ve weke mertal tên bikaranîn û çeteyên dixwazin teslîmî QSD'ê bibin, hewl didin korîdorê vekin.
Balî ragihand, ji ber dibetiya hebûna sivîlan a li herêmê ew bi baldarî bi pêş ve diçin.
Li vê herêma biçûk a ku çeteyên DAÎŞ'ê lê hatine asêkirin, ji destpêka meha Kanûnê ve 53 hezar kesî xwe li QSD'ê girtin. Tevî gelek jin û zarokan bi hezaran çeteyên DAÎŞ'ê jî teslîmî hêzên QSD'ê bûn.