Tabûra Ermenan jî li Serêkaniyê ne
Yekemîn Tabûra Ermenan a li Sûriyeyê, Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan jî wê Serêkaniyê biparêze.
Yekemîn Tabûra Ermenan a li Sûriyeyê, Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan jî wê Serêkaniyê biparêze.
Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan a ku salvegera 104’emîn a Qirkirina Ermenan de hatibû avakirin, îro ji Til Temirê çû Serêkaniyê û bajêr diparêze.
Tabûrê daxuyanî û got ku “Em vê dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nakin. Dewleta Tirk li hemberî mirovayetiyê sûcên mezin kir. Di sala 1915’an de milyonek Ermenek qetil kirin û îro jî bi hovane êrîşî Sûriyeyê dikin. Li hemberî vê dagirkeriyê wê gelên Kurd, Ereb, Ermen, Siryan wê xwedî li axa xwe derkevin.”
Tabûr ji roja ku ava bûye girîngiyeke mezin dide vejîn û hînkirina çand û zimanê Ermenan û got ku “Roj roja parastinê ye. Yên ku azadiya xwe neparêzin wê nikaribin çand û zimanê xwe jî biparêzin.”
Tabûr ji bo parastinê çû Serêkaniyê.