Rakirina ala Tirkiyê li Keleha Helebê û hemû cihên ku ji hêla çeteyan ve têne dagirkirin, beşek ji xeyalên avabûna dewleta Neo Osmanî ye. Jixwe yek ji xeyalên Erdogan ewe ku xwe bigihîne Şamê.
Di 27’ê Mijdarê de çeteyên bi navê Heyet El Tehrîr Şam û gelek fesîleyên cûda dest bi êrîşeke berfireh li dijî herêmên Sûriyê kirin. Ev êrîş bi navê ‘Redi Edwan’ û ‘Fecir Huriye’ ango Berbanga Azadiyê hate binavkirin. HTŞ îdea dike ku armanca wan ewe ku tenê li dijî rejîma Sûriyê şer bikin, lê ya şênber ku niha rûdide xuya dibe ku ev êrîş li dijî tevahî gelên Sûriyê û heremên bakur-rojhilatê Sûriyê ye.
DI PLANA ÇETEYAN DE CIHÊN STRATEJÎK HEYE
Ev komên çete yên ku bi telîmat û fermanên Erdoxan tev digerin, piştgiriyeke mezin ji dewleta Tirk werdigirin. Di nava 3’ê rojan de bi qasî 70 navçeyên Sûriyê dagir kirin. Bajarên mezin wek Heleb, Îdlîb û Hema girtin. Pêve girêdayî rêya M5 ya di navbera Heleb û Şamê bi tevahî xistine bin kontrola xwe. Di nava plana HTŞ û komên din yên çete de cihên stratejîk yên weke avahiyên hikûmeta Şamê, balafirgeh û girtîgehên ku çete û kesên sûcdar tê de bûn, hebû. Li gorî çavkaniya Ramî Ebd Rehman ku berpirsê Mersad Sûrî ye “Heya roja Îniyê çeteyan deriyên van bajaran piştî du bûyerên xwekujî girtin.” Hêjayî bi bîr xistinê ye ku ev deverên ku me navê wan bilêv kir, hemû di bin kontrola hikûmeta Şamê de bû. Yek bi yek kelehên rejîma Sûriyê dikevin û hêzên leşkerî yê rejîmê gel bêyî parastin di nav destên çeteyan de dihêlin.
FIROTIN AN JÎ BINKETIN?
Di rewşeke wiha de, pir kes dipirsin gelo di navbera hêzên li herêmê ango rejîma Sûriyê, Îran, Rusyayê bi Tirkiyê re dîsa bazar heye? Yan birastî jî ruxmî alîkariya Îran, Rusya û Iraqê hêza rejîmê ya şerkirinê tesfiye bûye. Di rojên destpêkê de Beşar Esed bêdeng ma. Hate îdeakirin ku ne li Sûriyê ye, reviyaye Rûsya. Niha jî dîsa bi ketina Hemayê û pêşveçûna çeteyan ber bi Şamê ve dîsa heman îdea têne ziman. Herwiha gotegotên darbeya di nav artêşê de jî pir zêde ne.
Pir caran di dîroka dewletan de, dema ku serhildan an jî xeteriyeke mezin li dijî desthilatdaran destpê dike, ew direvin û welatên xwe diterikînin.
Tişta balkêş ewe ku yek ji parzêgehên herî mezin di Sûriyê de Heleb e, ji bo hikumeta Şamê jî di hemû waran de xwedî girîngiyeke mezin bû, lê çeteyan bajarê qedîm di nava 3’ê rojan de dagir kirin.
ÎTÎFAQA TIRKIYE Û ÇETEYAN HATIYE ÎLANKIRIN
Erdogan di rojên destpêkê ya êrîşan de xwe bêdeng kir wek ku agahiya wî ji tiştekê tune ye. Lê niha eşkere behsê dagirkirina Şamê dike. Ji sala 2012 heya niha hemû hêzên çete bi navên cuda bin jî, li jêr venêrîn û piştgiriya Tirkiyê xwe bi çek kirine. Jixwe navendên wan yên perwerde, nexweşxane û lojîstîk tim bajarên Tirkiyê ye.
Li cihên ku dagir dikin jî yekser alên Tirkiyê û amblemên DAÎŞ li gel hev têne nîşandayîn. Ev dîmen ji ber xwe ve nînin. Ji dinyayê re eşkere îtîfaqa DAÎŞ-Tirkiyê û çeteyan tê îlankirin. Di vê îtîfaqa Çete-Tirkiye de, tê wateya ku dewleta Tirkiyê mûdaxele li Sûriyê dike. Lê li dijî vê heya niha tu daxuyanî, tu berteka dewletên cîhanê, rêxistinên navnetewî çênebûye.
Li ber çavên cîhanê çeteyên Tirkiyê gelên sivîl dikujin, bêrûmetiyê li dîlên şer dikin, dest datînin ser mal û milkên wan, mirovan serjê dikin û dîmenan parve dikin, gel koçber dikin, lê cîhan vê hovîtiyê bi bêdengî temaşe dike. Ev jî di serê mirovan de pirsan zêde dike. Herkesê ev êrîşa çeteyan ya li dijî gelê Sûriyê erê kiriye?
HÊZÊN BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYÊ STRATEJIYA RAST DIMEŞÎNIN
Çeteyên HTŞ piştî ku Heleb dagir kirin, rêyên diçin ji bo Şehba jî girtin û êrîşê Til Rifet û Şehba kirin. Li beramberî vê hêzên HRE û yekîneyên Şehîd Avesta Xabûr berxwedaniyeke mezin kirin û ji bo ku gelê herêmê ji komkujiyê xilas bikin, korîdora mirovî ji gelê Şehba re vekirin û derbasî bakur-rojhilatê Sûriyê kirin. Di heman demê de gelê Eşrefiyê û Şêx Meqsûd jî bi awayeke çalak dest bi parastina rewa kirin.
Di heman demê de Hêzên QSD, YPG û YPJ jî li ser bingehê parastina rewa di pozisyona parastinê de ne. Li hemû eniyan di nav berxwedanê de ne.
DI DORÊ DE MÛSIL-KERKÛK HEYE?
Di 22’yê Nîsana îsal de li ser keleha Hewlêrê jî ala Tirkiyê hate hildan. Herwiha xebatên komên çete di nav Tirkmenên li herêmê pir zêde bûne. Çekdar kirin û demografya guhertin, dewam dike. Di aloziya niha de xerîteya li ser herêmên Kurdan dubare tê bîra mirov û ji xwe dipirse di dorê de Mûsil-Kerkûk hene.NA