Sûltan Mûrad li Şehbayê çeteyên herêmî tasfiye dike
Li Exterîn a Şehbayê, li Kibbesîn û li derdorên gundê Babê di navbera çeteyan de şerekî giran heye û gelê Exterînê dibêje “Tirkiye derkeve derve.”
Li Exterîn a Şehbayê, li Kibbesîn û li derdorên gundê Babê di navbera çeteyan de şerekî giran heye û gelê Exterînê dibêje “Tirkiye derkeve derve.”
Dewleta Tirk a ku dixwaze ewlekariya xwe pêk bîne komên çeteyên herêmî tasfiye dike û dixwaze bi Sûltan Mûrat re herêmê kontrol bike.
Çeteyên Sûltan Mûrat a ku bi îstîhbarata Tirkan hatiye avakirin xwest Lîwa Hamza tasfiye bike. 2 roj in di navbera van çeteyan de şer çêdibe. Çeteyên Sûltan Mûrat li Babê êrîşî Lîwa Hamza kir û ji herdu aliyan mirî û birîndar hene.
Li ser vî şerî gelê herêmê nerazîbûn nîşan dan. Şêniyên bajaroka Exterînê sloganên “Tirkiye derkeve derve” diqîrin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku îşev saet di 18.30’an de çeteyên Sûltan Mûrat ji minareyên camiyan bangî çeteyên Lîwa Hamza kirine û gotine “Çekên xwe deynin û teslîm bibin.”