Sûcê mirovahiyê yên li Efrînê bê navber didome

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bê navber welatiyên sivîl direvînin, bacê li ser xwediyên zeytûnan disepînin û li gelek deveran jî darên zeytûnan rakirine.

Kiryarên der mirovî yên mîna revandin, qetilkirin, destdirêjî-destavêtin, danîna bacê, dizîna dar û zeytûnên welatiyên Efrînê bê navber dewam dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê piştrast kir ku çeteyên Cebhet El-Şamiyê yên bi fermana yekser ji istîxbarat dewleta Tirk ve dixebitin, şêniyê bi navê Mistefa Hemod (35) ê ji gundê Dêwa Jêrîn yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revand.

Li aliyê din jî rêxistinê diyar kir ku çeteyê bi navê Seed Bin Ebî Weqas ê ku gundê Merwaniyê yê girêdayî navçeya Şiyê dagir kiriye, 100 dolar bac li her xwediyekî zeviya zeytûna xwe biçîne ferz dike. Heta dema çinîna zeytûna şîn ji bo xwarinê jî bacan ferz dike.

Rêxistinê destnîşan kir ku çeteyên Emşat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li gundê Qermîtliq ê girêdayî navçeya Şiyê li her dareke zeytûnê ku bê çinîn 8 dolar bac ferz kir, her wiha ji sedî 15 ji berhemên zeytûnê li ser darên koçberan ferz kiriye, lê şêniyên resen divê ji sedî 15 li hember çinîna zeytûnê bac bidin.

Li aliyê din çeteyê bi navê Seed Bin Ebî Weqas 2 hezar û 800 darên zeytûnê yên bitemen ên gundê Merwaniya Jêrîn bê ser û ber qut kirin, xwediyên wan daran ji heman gundî ne û wiha ne; Mîkaîl Bakîr Mistefa (200 dar), Mihemed Bakîr Mistefa (180 dar), Sibhî Bakîr Mistefa (140 dar), Îsrafîl Bakîr Mistefa (300 dar), Hecî Mihemed Mistefa (hezar dar) û Cibraîl Bakîr Mistefa (hezar dar).