Sûc û binpêkirinên li Efrînê hate eşkerekirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê rapora sûc û binpêkirinên mafên mirovan eşkere kiri ya ku di 3 salên dawîn de artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê kirine.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê rapora sûc û binpêkirinên mafên mirovan eşkere kiri ya ku di 3 salên dawîn de artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê kirine.
Komxebata hiqûqî ya duyemîn a têkildarî binpêkirina mafên mirovan li Efrîna dagirkirî ku vê sibehê dest pê kiribû, dewam dike. Komxebat bi armanca balkişandina ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê ji Adara 2018’an ve, tê lidarxistin.
Piştî axaftina hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebid Hamid El-Mehbaş, serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo bi raporekê binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê di 3 salan de, eşkere kirin.
Di rapora serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê de, îşaret bi van xalan hate kirin:
“Di 20’ê Çileya 2018’an de, artêşa Tirk a dagirker û komên cîhadîst ên ji Sûriyeyê yên girêdayî wê ji bo dagirkirina kantona Efrînê dest bi operasyoneke leşkerî kir. Di êrişê de hemû cureyên çekên giran û pêşketî, tank û balafirên şer hatin bikaranîn. Di encamê de binesaziya herêmê û saziyên sivîl hatin xirabkirin û rûxandin, bi hezaran sivîl hatin kuştin û birîndarkirin, bi sed hezaran şêniyên herêmê hatin koçberkirin û bi dehan komkujî hatin pêkanîn. Bi wê yekê qirkirina etnîk hate kirin û hemû pîvan û rêgezên navneteweyî hatin binpêkirin. Kantona Efrînê bi gelek behaneyan hate dagirkirin, ji wan; parastina ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê û avakirina herêmên ewle û bicihkirina koçber û penaberên Sûriyeyê. Wekî tê zanîn beriya dagirkirinê, li Efrînê sîstemeke rêveberiyê ya civakî hatibû rûniştandin, her wiha li herêmê di aliyê ewlehiyê û aborî de îstiqrar hebû ku li piraniya herêm û bajarên din ên Sûriyeyê ew yek tune bû. Li Efrînê bi deh hezaran koçberên ji herêmên din ên Sûriyeyê, bi cih bûbûn.
BINPÊKIRINÊN MAFÊN MIROVAN ÊN 3 SALÊN DAWÎN
Em ê di vê raporê de balê bikişînin ser binpêkirinên ku di 3 salên dagirkirinê de li dijî sivîlên herêma Efrînê pêk hatine, ku beşek ji wan hatine belgekirin û beşeke mezin ji ber siyasetên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên veşartina rastiyan û tunebûna komîteyên navneteweyî yên serbixwe ku karibin bigihêjin hemû qurbaniyan, hîna veşartî ye. Binpêkirin wiha ne:
DI SALA 2018’AN DE 400 HEZAR KESÊN BIYANÎ LI EFRÎNÊ HATIN BICIHKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Çileya 2018’an de bi 72 balafirên şer û gelek tankan êrişî bajarê Efrînê kir û hemû cihên leşkerî, sivîl û jiyanî kirin hedef. Piştî berxwedaneke bêhempa ya Hêzên Sûriya Demokratîk ku 58 rojan dewam kir, dewleta dagirker tevî komên çeteyên ji Sûriyeyê, Efrîn dagir kir. Ji ber dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve, nêzî ji sedî 80 ji şêniyên Efrînê koçberî herêmên Şehba, bajarê Helebê, kampa Şehba (ku piştre Rêveberiya Xweser ava kir) û bajarokê Til Rifetê bûn. Di 3 salên dagirkirinê de nêzî 400 hezar kesên biyanî yên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê û bi taybet ji gundewarên başûrê Idlibê, gundewarên başûr û rojavayê Helebê û koçberên ji Xûtayê, li gund û navçeyên Efrînê hatin bicihkirin.
Hejmara qurbaniyên ji ber vê êrişê 498 sivîl bûn ku di encama topbarana ji hêla dewleta Tirk a dagirker û komên cîhadî yên girêdayî wê ve jiyana xwe ji dest da. Hejmara qurbaniyên ku di bin îşkenceyê de hatine kuştin, gihaşt 82’yan. Ji ber topbaranê zêdetirî 696 sivîl di nav de 303 zarok û 213 jin hene, birîndar bûne.
64 DIBISTAN BÛN HEDEF
Ji ber êrişa dewleta Tirk li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrînê 64 dibistan wêran bûn. Beriya êrişa dewleta Tirk hejmara xwendekaran 50 hezar û 855 bû, niha tenê 13 hezar xwendekar li herêmên Şehbayê ne. Dewleta Tirk tevahiya navendên xwendinê di nav de zanîngeha Efrînê girtin. Materyalên zimanê dayikê (kurdî) betal kirin û li şûna wê zimanê erebî, tirkî û pirtûka şerîeta îslamê li tevahiya kêmneteweyên ku li Efrînê mane, ferz kir.
Di sala 2018’an de dewleta Tirk û komên çekdar ên Sûriyeyê bi zanabûn şênî revandin û kuştin. Hejmara revandî û windahiyan gihaşt 943 kesan. Ji wan 76 di bin îşkenceyê de hatin kuştin an jî bê darizandin hatin darvekirin. Tawan jî dan û standina bi Rêveberiya Xweser re bû. Piraniya bûyerên revandinê jî ji hêla komên cîhadî ve û di bin çavdêriya hêzên Tirk û istixbarata wê de pêk hatin.
Bi dehan cihên stratejîk, avahiyên tenduristiyê, perwerde û xizmetguzariyê hatin hedefgirtin. Nexweşxaneya Efrîn 3 caran rastî topbaranê hat. Embulansên girêdayî Heyva Sor a Kurd dema birîndar vediguhestin hatin hedefgirtin. Stasyona parzûnkirina avê ya li gundê Metîna yê navçeya Şera û bendava Meydankî hatin hedefgirtin. Dewleta Tirk bi van hedefgirtinan xwest ku avê wek çek bi kar bîna û sivîlan bide koçberkirin.
JI 500 KESAN FÎDYE HATE XWESTIN AQÛBETA 330 KESAN NE DIYAR E
Hejmara bûyerên revandinê û xwestina fîdyeyan sala 2019’an gihaşt zêdetirî 6 hezar bûyeran. Ji malbatên 500 kesan wek fîdye pere hate xwestin û çarenûsa 330 kes ne diyar e. Li gorî belgeyan 700 kes rastî îşkenceyê hatine. Heta zarok jî hatin revandin û dîmenên îşkencekirina wan hatin kişandin da ku fîdya ji malbatên wan bibin. Ev fîdye hîn caran gihaşt zêdetirî 100 hezar dolarî. 54 kes di bin îşkenceyê de ji hêla komên çekdar ve di girtîgehan de hatin kuştin. 41 jî ji ber topbarana ji hêla delweta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin kuştin. Ji ber topbarana ji hêla komên cîhadî û artêşa Tirk a dagirker ve 2 rojnamevan hatin kuştin û 670 sivîl jî birîndar bûn. Ji ber mayîn û teqemeniyan hezar û 730 sivîl birîndar bûn.”
Di 2’yê Kanûna 2019’an de bajarê Til Rifetê (35 km li bakurê Helebê) ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çekdar ve hate topbarankirin. Topbaran yekser li dijî kombûna koçberên Efrînê hate kirin. Di encama wê de 8 zarok û 2 kesên kesên din jiyana xwe ji dest da, her wiha 9 zarok û 8 kesên din jî bi giranî birîndar bûn.
Li herêma Efrînê binpêkirinên berfireh li dijî jinan têne kirin, ji revandin, kuştin, tecawizkirin û îşkencekirinê. Ev jî siyaseta komên cîhadî û hêzên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan e û wan neçar dikin ku birevin. Ji sala 2018 û heta 2019’an 40 jin hatine kuştin, 128 hatine birîndarkirin, 60 keçên temenbiçûk hatine tecawizkirin, ji wan 5 keçan xwe kuştiye, 270 hatine revandin û gelek rewşên weke zewaca bi darê zorê, bilindbûna rêjeya zewicandina zarokan da ku malbatên wan neçar bimînin û keçên xwe bi endamên komên çekdar re bizewicînin.
58 kes hatin kuştin, ji wan 9 jin in û 987 kes hatine revandin. 39 teqîn li herêmên sivîlan çêbûn, di encama wan de 170 kuştî û birîndar hene, 35 jin di sala 2020’an de hatine revandin. 67 jin li Efrînê hatine tecawizkirin, di nav de yên temenbiçûk jî hene. 5 rewşên zewicandina bi çeteyên cîhadîst re ên bi darê zorê li kantona Efrînê, hatin belgekirin her wiha tundiya cinsî ne tenê li dijî jinan bû, lê belê rewşên tecawizkirina mêran di girtîgehên çekdaran de ku agahiyên dewleta Tirk pê hebû, hatin belgekirin.
SÛCÊN LI DIJÎ KÊMNETEWE Û CIHÊN DÎROKÎ
Kêmnetewe rastî sûcên berfireh û guhertina çandî û olî hatin, bi taybet Elewî û Êzidî. Hejmara gundên Êzidîyan 23 e. Beriya şerê li Sûriyeyê di 2011’an de dest pê bike, nêzî 25 hezar kes di wan gundan dijiyan. Bi êrişên komên cîhadî re di salên şerê Sûriyeyê de, hejmarek ji wan koçberî dewletên Ewropayê bûn. Bi derbasbûna hêzên dewleta Tirk a dagirker û komên radîkal re ji Efrînê re, piraniya niştecihên wan gundan koçber bûn. Tenê hejmareke biçûk ji wan derneketin ew jî piraniya wan kalepîr bûn, hejmara wan jî 7 hezar kes bû. Komên çekdar sûc û binpêkirinên li dijî mirovahiyê pêk anîn. Siyaseta tirsê, ferzkirina ola îslamê li ser wan, pêkanîna rê û resmên îslamî ferz kirin. Herî dawî jî kelepora çandî û olî ya wan hilweşandin û armanca wan qirkirina wan bû. Cihên olî kirin cihên xwedîkirina sewalan, cihên dîrokî hilweşandin û li şûnwaran digeriyan.
300 HEZAR DARÊN ZEYTÛNAN HATIN BIRÎN
Li kantona Efrînê tu tişt ji hovîtiya fesîleyên cîhadî û artêşa Tirk bê par nema. Her tişt ji xwe re helal kirin. Zêdetirî 300 hezar darên zeytûnan û darên fêkî hatin qutkirin da ku êzingên wan li sûkan bifiroşin. Ji wan 300 darên zeytûnan ên temenmezin, 150 hezar darên sindiyan, 11 hezar dar hatin şewitandin, anku nêzî 2 hezar û 180 donim şewitandin, zêdetirî 10 hezar donim ji zeviyên çandiniyê hatin şewitandin.
Li gorî daneyên Desteya Şûnwaran a Efrînê ku cihên dîrokî û çandî li Efrînê rastî kolandin û talankirineke mezin hatin. Zêdetirî 28 cihên dîrokî û girên şûnwarî hatin hilweşandin û berhemên tê de hatin dizîn û di sûkên dewleta Tirk de hatin firotin. Bi vê yekê dixwazin nasnameya çanda dîrokî ya kantona Efrînê hilweşîne. Zêdetirî 15 cihên olî yên kemneteweyan hatin hilweşandin û veguherîn mizgeftên îslamî bi serpereştiya saziyên alîkariyê û olî yên dewleta Tirk. Hin ji wan jî piştî kolandinê veguherîn cihên xwedîkirina sewalan. Navên piraniya kolan, qad û cihên giştî û dîrokî yên kantona Efrînê bi navên tirkî û îslamî bi taybet navên kesên ku komkujî li dijî gelê Kurd pêk anîne.