Sivîlên Reqayê: Di her kêliyê de em li ber rehma Xwedê bûn
Di nava sivîlên hatin rizgarkirin de, yek ji mirovên temendirêj got, "Em gelekî li bendê man ku dengek bilind bibe û ji me re bêje: Em QSD de ne. Derkevin, tiştek bi we nayê."
Di nava sivîlên hatin rizgarkirin de, yek ji mirovên temendirêj got, "Em gelekî li bendê man ku dengek bilind bibe û ji me re bêje: Em QSD de ne. Derkevin, tiştek bi we nayê."
Di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Reqayê de, ku bi operasyona Ednan Ebû Emced ketiye qonaxa dawî, rojane bi sedan sivîl ji nava lepên çeteyên DAIŞ'ê tên rizgarkirin. Tenê duh, zêdeyî 500 sivîl ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve li Reqayê hatin rizgarkirin, ku piraniya wan jin û zarok in.
Sivîlên hatin rizgarkirin, ji me re qala şert û mercên giran ên jiyana xwe kirin û gotin, ku çeteyan timî hewl didan sivîlan li dora xwe bihêlin û bi vî rengî ji xwe re bikin mertalên zindî.
Welatiyên Reqayê, ku tirs hê jî li ser rûçikên wan hebû, dixwazin qala zilm û zora DAIŞ'ê bikin û digotin, "Hê gelek sivîl li Reqayê mane û ji tirsa nikarin ji malên xwe derkevin."
Di nava sivîlên hatin rizgarkirin de, yek ji mirovên temendirêj got, "Em gelekî li bendê man ku dengek bilind bibe û ji me re bêje: Em QSD de ne. Derkevin, tiştek bi we nayê."
Jinan qala zilma DAIŞ'ê kirin û gotin, "Em sêzdeh kes di serşokê de bûn. Ji xwe nan û xwarin jî tine bû. Em di her kêliyê de li benda rehma Xwedê bûn."
Fermandarên QSD'ê ji me re ragihandin, ku DAIŞ li Reqayê li çend quncikan asê mane û pêngav ber bi dawiyê ve diçe. Fermandaran anîn ziman ku her devera Reqayê bi mayinan hatiye dagirtin û wê herêmê bi temamî ji bermahiyên çeteyan paqij bikin.