Sivîlê TRT'ê çeteyê DAÎŞ'ê bû

Hin çeteyên DAÎŞ'ê, ku piştî rizgariya Girê Spî û Reqayê reviyan Tirkiyeyê, piştre bi navê 'SMO' tevlî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bûn. Hinekan ji wan bi rêya TRT'ê gef li Kurdan xwarin.

Hin çeteyên DAÎŞ'ê yên tevlî êrişên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî bûn hatin kifşkirin.

Li gorî agahiyên ku gihîştin ANF'ê, Mûstafa El Zîbo ji taxa El Şelal a Girê Spî ye û bi navê Ebû Reşîd El Ensarî tê naskirin. Mûstafa El Zîbo ku yek ji rêveberên Tabûra Şêx El Îslam Bîn Tîmiya bû, di sala 2013'an de tevî tabûra xwe tevlî nava Cephet El Nûsra bû. Mûstafa El Zîbo di Tîrmeha 2013'an de bi rengekî çalak tevlî karê sirgûnkirina Kurdan ji Girê Spî bû û malên wan desteser kir. Hin Kurdên di wê demê de li bajêr man bi destê Mûstafa Zîbo hatin qetilkirin.

LI SER EKRANÊN TRT'Ê BI NAVÊ 'SIVÎLEKÎ' LI DIJÎ YPG'Ê AXIVÎ

Mûstafa El Zîbo di Hezîrana 2015'an de dema ku Girê Spî ji aliyê QSD'ê ve hate rizgarkirin revjiya Tirkiyeyê. Li navçeya Kaniya Xezalan tevlî Meclîsa Leşkerî ya Reqayê ya ser bi çeteyên 'Artêşa Sûriyeya Azad' bû. Di 10'ê Gulana 2019'an de li ser ekranên TRT'ê weke sivîlekî hate nîşandan û bi rêya TRT'ê îdîa kir ku YPG'ê ew û Erebên li wir bi zorê ji axa wan derxistiye.

NIHA LI GIRÊ SPÎ ÎXBARÊ DIKE

Mûstafa El Zîbo di bin sîwana Artêşa Milî ya Sûriyeyê (SMO) de ku çeteyên dewleta Tirk e, di 9'ê Cotmeha 2019'an de bi rengekî çalak tevî êrişa dagirkeriyê ya li ser Girê Spî bû. El Zîbo niha li girê Spî ye û berpirsyariya îstîxbarata çeteyên dewleta Tirk dike. gelek şêniyên Girê Spî ku jin jî di nav de hen bi destê Mûstafa El Zîbo bi gotina 'Têkiliya xwe bi rêveberiya xweseriya demokratîk re heye' bi dewleta Tirk hatin girtin.

ÊŞKENCE LI JINÊN ÊZIDÎ KIR

ANF'ê her wiha kifş kir ku çeteyê DAÎŞ'ê Casim El Reşo li Serêkaniyê di nava çeteyên SMO'yê de ye. Li ser wî çeteyî gelek agahiyên berfireh bi dest xist. Casim El Reşo ê ji Serêkaniyê şêxê eşîra El Edwan e. Di sala 2014'an de tevlî nava DAÎŞ'ê bû û li Girê Spî bû serçete. Li vê derê gelek komkujî li gelê herêmê kir. Di Hêzîrana 2015'an de dema ku Girê Spî ji DAÎŞ'ê hate paqijkirin, ev çete reviya Reqayê. Di firotina jinên Êzidî yên hatin revandin û belavkirina wan a li DAÎŞ'iyan de berpirsyar bû. Jinên ku piştre hatin rizgarkirin gotin, ku vî kesî êşkence li gelek caran êşkence li jinên Êzidî kir.

JI REQAYÊ REVIYA QADÊN DAGIRKIRÎ

Di dema Pêngava Xezaba Firatê de ya QSD'ê, ji Reqayê reviya qada Şehbayê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Li vir çeteyeke bi navê Tabûra Ehrar El Reşo ava kir. Tevî koma xwe ya çete tevlî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Serêkaniyê bû û vegeriya bajêr. Çeteyê DAÎŞ'ê Casim El Reşo ku niha di bin sîwana SMO'yê de ye, di 24'ê Mijdara 2019'an de çeteyên DAÎŞ'ê yên li girtîgeha Mebrûkayê serbest berda.

DEST DATÎNE SER MALÊN KURDAN

Çeteyên din ê DAÎŞ'ê yê di nava SMO'yê de Welî Ebdulezîz (Ebû Herîb El Becarî) ye, ku ji gundê El Xêbîş ê Til Temirê ye. Di destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê de tevlî nava OSO bû, piştre jî tevlî Cephet El Nûsra bû. Yek ji berpirsyarên Cephet El Nûsra yê li Serêkaniyê bû. Piştî ku Cephet El Nûsra li pêşberî YPG'ê têk çû, wî jî bajar terikand. Di sala 2015'an de tevlî nava DAÎŞ'ê bû û piştî ku birîndar bû derbasî Rihayê bû, li wir hate tedawîkirin.

Dema ku dewleta Tirk di 9'ê Cotmeha 2019'an de dest bi êrişa dagirkeriyê ya li ser Serêkaniyê kir, Welîd Ebdulezîz weke endamekî SMO'yê tevlî vê dagirkeriyê bû. Niha li Serêkaniyê bi desteserkirina malên Kurdan wezîfedar e.

EL NÛSRA, DAÎŞ Û PIŞTRE TC

Ramî Yûsif El Dehîş ji taxa Eyn Arûs a Girê Spî ye. Di pêvajoya avabûna Cephet El Nûsra de ji Girê Spî tevlî nava wan bû. Karê sirgûnkirin meşand û tevlî komkujiyên li dijî Kurdan bû. Dema ku Girê Spî ji aliyê DAÎŞ'ê ve hate dagirkirin tevlî nava DAÎŞ'ê bû û di îstîxbarata DAÎŞ'ê de xebitî. Dema ku QSD'ê di Hezîrana 2015'an de bajar rizgar kir Ramî Yûsif El Dehîş reviya Kaniya Xezalan û ji bo îstîxbarata Tirk xebitî. El Dehîş bi navê MSO'yê tevlî êrişa dagirkeriyê ya 9'ê Cotmehê bû. Niha li Girê Spî weke serçeteyekî dixebite.