Sivîlê Efrînî hovîtiya dewleta Tirk vegot

Bi sedan EFrînî li girtîgehên Raiyê yên Ezazê têne girtin û êşkenceyên derî mirovane li wan tê kirin. Xelîl Mihmed ê sivîl ê Efrînî hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wan vegot.

Dewleta Tirk û Nusra ya bi ser wê ve piştî ku çeteyên Nusra, DAÎŞ û OSO êrîşên dagirker bi ser Efrînê de birin û bi biryara hevpar a Rêveberiya Xweser a Efrînê û ya fermandariya YPG’ê ji bo ku pêşî li komkujiya sivîlan bigirin gelê Efrînê kişiyan qadên Şêrawa û Şehbayê. Lê li gel komkujî, talan û êrîşên tinekirinê yên dewleta Tirk û çeteyan wan jî bi sedan Efrînî yên ku nexwestin ji gundê xwe derkevin, li ser xaka xwe man.

Dewleta Tirk û çeteyên wan li Efrînê malê gelê Efrînê talan kiriN, bi sedan sivîl êşkence kirin û bi sedan jî gritin. Bi sedan sivîlên Efrînî yên ku hê jî hêsîr in, hê jî li girtîgehên Efrîn, Ezaz û Hatayê disekinin. Bi dehan je agahî ji wan tine.

‘HER ROJ ÊŞKENCE LI ME KIRIN’

Xelîl Mihemed jî piştî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wan li ser gundê xwe ma. Dema ku dewleta Tirk û çeteyên wan gundê Balya yên Bilbilê dagir dikin, wî hêsîr digirin.

Xelîl Mimehed ku 16 rojan hêsîr hate girtin. Mihemed dibine girtîgeha Raîyê ya li Ezazê. Mihemed got bi sedan kes li Raîyê têne girtin û her roj êşkenceyê li wan dikin. Mihemed ji ANF’ê re axivî.

‘ÊŞKENCE LI ZAROKÊN 12-13 SALÎ DIKIN’

Mihemed dibêje ew li ser gundê xwe maye, ji berk u yixtiyar e û ji piyekî xwe kulek e û dibêje, dema ku dewlet Tirk û çeteyên wan hatine êşkence lê kirine, lêxistine û 16 rojan ew li girtîgehê hiştine, piştre ew birine girtîgeha mezin a li Ezazê, li wir êşkence lê kirine û wiha domand: ‘’Li rûyê min dixistin, dev û diranên min şikanin, niha guhê min giran in. Ez nabihihîsim. 200 qamçî li min dan. Ya min dîsa xem nake, zarokên 12-13 salî. Êşkence li wan jî kirin, elektrîk dane wan. Dîsa yên li xeribiyê (ji bo koçerên Efrînê tê gotin) tim êşkencê li wan dikin. Ev ne Kurd in jî, zilmê li wan dikin. Ava kelanî bi wan de dikin. Lê min bi çavê xwe dit, tiliyên du destan ên zarokekî venedibûn. Şewitîbûn.’’

‘PÎSIYÊ DAVÊJIN SER MIROVÊN YIXTIYAR’

Mihemed bi domdarî got hin mirovên 80 salî hene, êşkence li wan dikin, pîsiya însanan davêjin ser wan, zarok hene, sivîl hene û tim êşkence li wan dikin.

Mihemed dibêje rojê tenê nanek didane 4 kesan, derfetên xweşuştinê nebûye, çixare nedida wan û her cure êşkenceya ku mirov bîra wê nebe bi wan dikirin.

Xelîl Mihemed ku 67 rojan li girtîhehê dimîne tê berdan. Mihemed dibêje li girtîgehê hemû biryar ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve têne ddayin, ti mafê gotinê yê OSO nîn e.

‘EM LI ARAZIYEKE BI MAYIN DANÎN’

Mihemed dibêje piştî 67 rojan ew berdane, 31 kes kirine girtîgehê, qemyon hecicandine, û ew li araziyekê danîne.

Mihemed didome,’’Em nedan OSO. Gotine me, ‘ji araziye biçin, bila OSO we nekuje’’. Çima OSO me bikuje? Em ji girtîgehê hatine û qeydên me hene. Lê armanca wan cuda bû. Dixwestin ku me bidin kuştin. OSO rêya me birî, li ser me geriyan. Me got, ‘em ji girtîgehê tên. Li ser me tiştek nebû.’’ Li me hemûyan sar bû OSO jî gote me ji araziye biçin. Armanca wan ew bû ku mayin bi me de biteqin.’’

Mihemed dibêje li wir hemû biryar û her tişt di dest dewleta Tirk de ye. Tiştek di dest OSO de tine, tenê wergera Erebî û Kurdî ji wan re dikin. Mihemed her wiha dibêje heke wê êşkence li hinan were kirin dewleta Tirk biryara vê dide û dibêje, ‘’biçin her tiştî bi wan bikin’’ û ew jî dkin.

Xelîl Mihemed herî dawî dibêje, ‘’Zilma li wir nayê gotin. Ew ne misilman in.

Li Efrînê 5 ji 100’î Kurd in. Piranî çete ne. Hemû diz in. Hemû titşên gel dizîn. Malên gel talan kirin, kargehên wan talan kirin, Wesayitên wan, hemû tiştên wan birin. Min bi çavê serê xwe dît.

Li Efînê ez li cem malbateke Kurd mam. Wan alîkarî da min. Piştre ez 14 rojan meşiyam, giham Til Rifatê.’’