Sirînê 2 şehîdên xwe spart axê

2 şervanên QSD'ê yên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li Sirînê hatin veşartin.

Bi sedan welatiyên ji bajarokê Sirînê yê li Kantona Kobanê ya herêma Firatê cenazeyên şervanên QSD'ê Ebdu Şems El- Şîmelî (Ebdilkefî Elko) û Hisên Reqa (Hisên Mihemed) ên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, bi merasîmekê spartin axê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê bi navê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Gêlo Hisên axivî. Gêlo Hisên sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û got: "Em îro bi saya xwîna van şehîd û lehengên xwe bi rengekî azad li ser axa xwe dijîn. Em şehîdên xwe naspêrin axê, lê belê em şehîdên xwe dispêrin dilê xwe. Em soz didin ku em ê her tim li ser şopa şehîdên xwe bikin."

Piştî axaftin bi dawî bû, nasnameya her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên her du şehîdan li ber dirûşma "Şehîd namirin" spart axê.