Tirkiye bi rengekî hiqûqî li ‘mafê hêviyê’ nanêre
Parêzer Mehmet Nurî Denîz diyar kir ku Tirkiye ‘mafê hêviyê’ weke mafekî nanirxîne û got, “Ji ber vê yekê ji bo Birêz Ocalan ‘mafê hêviyê’ nayê bicihanîn.”
Parêzer Mehmet Nurî Denîz diyar kir ku Tirkiye ‘mafê hêviyê’ weke mafekî nanirxîne û got, “Ji ber vê yekê ji bo Birêz Ocalan ‘mafê hêviyê’ nayê bicihanîn.”
Parêzer Mehmet Nurî Denîz diyar kir ku heta ku nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî pirsgirêka Kurd, demokrasî, mafên mirovan û hiqûqê neguhere, wê ev helwesta wî ya têkildarî ‘mafê hêviyê’ jî bidome û got, “Ji ber ku Tirkiye rewşa hiqûqî ya Birêz Ocalan bi rengekî şexsî û li ser bingeha neçareseriya pirsgirêka Kurd dinirxîne.”
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de mehkûmkirina Rêber Apo ya li cezayê hepsê ya muebedê, li dijî madeya 3’yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) dît û biryara îhlalê da. DMME’yê biryar dabû ku bi çavdêrkirina ‘mafê hêviyê’ cezayê li Rêber Apo hatî birîn, cardin bê nirxandin. Tevî vê biryarê û 10 salên derbas bûyî, ti gav nehatin avêtin. Parêzer Mehmet Nurî Denîz ji ANF’ê re axivî û got, “Mafê Hêviyê bi biryareke Dadgeha Destûra Bingehîn a Elmanyayê ya di sala 1970’an de, ket rojevê. Piştre DMME’yê li gorî vê biryarê danasîna ‘mafê hêviyê’ kir.”
NEBÛNA HÊVIYA TEHLIYEYÊ, BÊHIQÛQÎ YE
Parêzer Denîz bi bîr xist ku bi rakirina cezayê îdamê re, li şûna wê cezayê hepsê yê muebedê hate dayîn û wiha dom kir: “Rengê înfazê yê vê cezayê ew e ku heta mirinê di bin rejîmeke înfazê ya taybet û tecrîdê de ev ceza were kişandin. Lewma di serlêdanên têkildarî vê yekê hatine kirin de, bêyî ku hêviya tehliyeyê hebe, DMME’yê cezakirina heta dawiyê, ji dervey hiqûqê dît û têkildarî vê yekê biryarên nû pêş xist. Di biryara destpêkê ya têkildarî vê yekê dayî de, Qraliyeta Yekgirtî û Vinter bi biryar e. Bi vê biryarê re DMME’yê ‘mafê hêviyê’ pênase kir. Cewhera vê biryarê ev e; bêyî hêviya tehliyeyê kesek heta dawiyê li girtîgehê bê girtin, ji dervet hiqûqê ye.”
TIRKIYE, NAXWAZA ‘MAFÊ HÊVIYÊ’ PÊK BÎNE
Denîz bal kişand ser biryara DMME’yê ya têkildarî Rêber Apo û ev tişt bilêv kir: “Li ser serlêdana parêzeran a di sala 2014’an de, DMME’yê biryar da ku ‘mafê hêviyê’ ya ji bo Birêz Ocalan pêk bîne. Tevî ku demek dirêj li ser biryarê derbas bû jî, Tirkiyeyê ti gav neavêt. Di sala 2021’an de li ser serlêdana parêzerên Birêz Ocalan û rêxistinên civakî yên sivîl, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ev biryar xiste rojevê û derbarê Tirkiyeyê de pêvajoyeke kontrolkirinê da destpêkirin. Tirkiyeyê dîsa têkildarî ‘mafê hêviyê’ di pratîkê de ti gav neavêt. Pêvajoya kontrolkirinê hîna dewam dike û welê dixuyê ku Tirkiye ji bo pêkanîna vê biryarê, zêde bi xwestek nîne.”
REWŞEKE TÊKILDARÎ PIRSGIRÊKA KURD
Mehmet Nurî Denîz destnîşan kir ku Tirkiye 'mafê hêviyê' di asta hiqûqî de weke mafekî şexsî nabîne û got, “Lewma ‘mafê hêviyê’ ji bo Birêz Ocalan nayê naskirin. Sedemê esas ê bicih neanîna vê biryarê, neçareseriya pirsgirêka Kurd e; Tirkiye ji dewleta hiqûqê dûr dikeve û nexwedî feraseteke demokratîk e. Heta ku ev pirsgirêk neyên çareserkirin, em bi zelalî dibînin ku Tirkiye di aliyê hiqûqî de nêzî mijarê nabe û vê biryarê bi cih nayîne. Bi guherîna konjonktura siyasî re, dibe di warê erênî de gavek bê avêtin. Ji ber ku Tirkiye rewşa hiqûqî ya Birêz Ocalan weke şexsî dibîne û li ser bingehê neçareseriya pirsgirêka Kurd dinirxîne. Lewma heta ku nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî pirsgirêka Kurd, demokrasî, mafên mirovan û hiqûqê neguhere, mixabin ev helwesta wî ya têkildarî vê mijarê jî naguhere. ‘Mafê hêviyê’ niha ji bo zêdeyî 4 hezar girtiyan jî derbasdar e. Ji bo ku ev maf ji aliyê Tirkiyeyê ve di hiqûqa hundir de bê naskirin, divê têkoşîna hiqûqî, siyasî, dîplomatîk û civakî bi rengekî zêde di rojevê de were girtin.”