Tulay Hatîmogûllari: Heta ku encam ji hevdîtinê bê, em têkoşînê mezin bikin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Heta ku pêvajoya li Rojava zelal bibe, heta ku hevdîtinên li Îmraliyê bigihêjin heta astekê, em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe ya li ser bingeha demokratîk bernedin."

TULAY HATÎMOGÛLLARI

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari beşdarî çalakiya nobedê ya li navçeya Pirsûs a Rihayê bû ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin. Li gel Tulay Hatîmogûllari, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Serokê Giştî yê ESP'ê Mûrat Çepnî û nûnerên gelek partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Bi hezaran kesên li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin gel hev, ji bendên leşkeran derbas bûn û bi dirûşm û çepikan meşiyan.

Piştî meşê jî daxuyanî hate dayin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li vir axivî û got: "Daxwaza ku îro divê pêşiya wê were vekirin, daxwaza gelê Kurd e. Li ser peyama birêz Ocalan tê axaftin. Çima, ji ber ku pozîsyona gelê Kurd a li vê erdnîgariyê dizane. Ji gelên Tirkiyeyê re bi xeletî qala Rojava tê kirin. Bila guh bidin dengê gelê Kurd ê li ber xwe dide. Li Rojava paceyeke azadiyê heye. Manîfestoya jiyanê ya jinan li wir nivîsandî heye. Dijminên herî mezin ew in ên ku rêya aştiyê digirin. Piştevaniya li vê derê, sînoran ji holê radike û sînorên netewedewletê hilweşandiye.”

Bi domdarî Çîgdem Kiliçgun Ûçar wiha got: “Tu kes dê nekare sînorekî bo berxwedana me deyne. Em mecbûr in statûya Rojava biparêzin. Çeteyên dûvikên OSO’yê şandin Rojava. Me ev qebûl nekir û dê qebûl nekin. Ne em tenê, hemû dinya ji bo Rojava û Kurdan deyndar e. Bila kesek hewl nede mîna DAIŞ’ê bike. Sedema hatina me ya vê derê ew e ku pirsgirêka Kurd û ya demokrasiyê ya Tirkyeyê were çareserkirin. Li Sûriyeyê li dijî neteweyên cuda komkujî tê kirin. Gelê Kurd, muxatabiya birêz Ocalan esas digire. Nêzikatiya Tirkiyeyê ya li dijî Rojava, nêzikatiya li hemberî hemû Kurdan e. Lewma bila hewl nedin siyaseteke cuda bimeşînin. Dê piştevaniya me ya bi gelê Rojava re bi dawî nebe.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî wiha got: “Tu ferasetên ku gelên Kurd û Ereb ên li Sûriyeyê tune dihesibînin dê nekarin hebûna xwe bidomînin. Tevî astengiyan jî me meşa xwe li dar xist. Silav ji Kobanê re. Heta ku gefên li ser Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidomin dê piştevaniya gelê Kurd, dostên wan û hêzên demokrasiyê jî bidome. Gelê Kurd ji şerê 2011’an heta niha statûya Rojava xist meriyetê. Divê hemû dinya vê bizane; Rojava ne herêmekî mîna medyaya alîgir vedibêje ye. Li Rojava jin di rêveberiyê de cih digirin, pergala hevserokatî û nûnertiya wekhev di meriyetê de ye. Li wir peymaneke civakî ya ku gel û baweriyan nas dike di meriyetê de ye. Li dijî El Nusra, DAIŞ, El Qaîde û hwd. têkoşîneke xurt a hiqûqê birêxistin kiriye.

Gelê me yê hêja; em bi kelecaneke mezin bi şandeya çûye Îmraliyê û bi birêz Ocalan re hevdîtin kirî re hatin gel hev. Şandeyê, silavên birêz Ocalan ji we re anîn. Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê niha jî li Meclisê hevdîtinan dike. Piştî hevdîtinên bi partiyên siyasî re dê daxuyaniyeke berfireh parve bike. Em vê baş dzanin ku peyama ji Îmraliyê hatî peyama aştiyê û çareseriyê ye. Bêguman têkoşîna gelê Kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê em hatin van rojan. Heke îro li Îmraliyê hevdîtinek hatibe kirin, ev bi saya berxwedana gelê me ye. Ricaya min ji we ew e ku heta pêvajoya li Rojava zelal dibe û hevdîtinên li Îmraliyê digihijin astekê hûn dev ji têkoşînê bernedin. Heke em li qada xwedî li vê têkoşîna xwe derkevin û li ber xwe bidin, bêguman em ê bi ser kevin.

Binêrin, niha li pêşiya min wêneyên kedkarên Çapemeniya Azad Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hene. Ez di hizûra we de wan bi rêzdarî bi bîr tînim. Em li her çar aliyên Kurdistanê bi hêvî, bi israr têkoşiyan û hatin van rojan. Hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn ji bilî aştî û çareseriyê tu vebijêrkên din li pêşiya me nînin. Birêz Ocalan li Îmraliyê li ser vê vebijêrkê bi şev û roj dixebite û em jî dê li ser zemîneke demokratîk têkoşîna xwe bidomînin."