Sîbel Bûlût di 7. salvegera şehadeta xwe de li Kobanê hat bîranîn
Sîbel Bûlût (Sarya Ozgur) ku di berxwedana Kobanê de şehîd bûbû li cihê şehîdbûyî hat bîranîn. Di bîranînê de hate gotin, “Wê Kobanê azad bimîne. Zû yan dereng emê azad bikin.”
Sîbel Bûlût (Sarya Ozgur) ku di berxwedana Kobanê de şehîd bûbû li cihê şehîdbûyî hat bîranîn. Di bîranînê de hate gotin, “Wê Kobanê azad bimîne. Zû yan dereng emê azad bikin.”
Ji fermandarên MLKP’ê Sîbel Bûlût (Sarya Ozgur) ku di berxwedana Kobanê de şehîd bûbû li cihê ku şehîd bûyî bi merasîmekê hat bîranîn.
Merasîm li cadeya ku navê Bûlût piştî şehîd bûyî lê hat danîn hat lidarxistin. Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ), Jinên Komunîst ên Şorşeger (JKŞ), Ciwanên Komunîst ên Şoreşger (CKŞ), Meclisa Malbatên Şehîdan, Mala Jinê, Navenda Çand û Hunerê û rêveberên Şaredariya Kobanê û Meclisa Navçeyê tevlê merasîmê bûn.
Di merasîmê de ku bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkir pankarta li ser hatibû nivîsandin “Emê bi ruhê Sarya Ozgur’an li dijî dagirkeriyê li berxwe bidin” hat vekirin. Her wiha wêneyên Garîbe Gezer a ku li Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê hatibû qetilkirin jî hatin hilgirtin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê endama JKŞ’ê Bahar Kobanê ve hat dayin de hat bibîrxistin ku 7 sal bi ser şehadeta Bûlût re derbas dibe.
Bahar Kobanê diyarkir ku eger bajarek bi navê Kobanê hebe û gelê me bi azadî lê dijî, vê yekê ew deyndarê bi sedan şehîdên mîna Sarya Ozgur û Arîn Mîrkan’an in.
Bahar Kobanê bi bîr xist ku bi sedan şervan ji çar parçeyên Kurdistanê û ji welatên cuda yên cîhanê li dijî dorpêça çeteyên DAÎŞ’ê derketin û got, “Li dijî DAÎŞ’ê Kobanê parastin. Sarya Ozgur weke jineke komunîst a ji Bakurê Kurdistanê cihê xwe di parastina Kobanê de girt. Bi soza 'Eger pêwîst bike em ê şehîd bikevin' heta dawiyê li ber xwe da.”
Bahar Kobanê diyar kir ku gelê Bakurê Kurdistanê di serhildana 6-8’ê Cotmehê de roleke mezin di serketina Kobanê de lîst û wiha berdewam kir: “Serketina Kobanê ne tenê têkçûna DAÎŞ’ê bû, dewleta Tirk a dagirker jî li hemberî vê berxwedanê têk çû. Lewma Kobanê ji bo faşîst Erdogan birîneke mezin e. Ji ber vê yekê Erdogan dixwaze êrîşî Kobanê bike. Kî piştgiriya Kobanê kir, ew jî di nav de dijminê her kesî ye. Ji ber vê yekê Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş girtî ne. Bi hezaran şoreşger û welatparêz di zindanan de li ber xwe didin. Ji bo vê jî dixwaze HDP’ê bigire. Ji ber vê yekê li Pirsûsê 33 ciwanên sosyalîst qetil kirin.”
Bahar Kobanê di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku girtiya şoreşger Garîbe Gezer a di rojên bihorî de li Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê hat qetilkirin, di heman demê de tevlî Berxwedana Serdemê ya Kobanê bû û wiha pêde çû: “Rêheval Garîbe di zindana dewleta Tirk a dagirker de rêya fedayî ya Sarya Ozgur, Arîn Mîrkan, Avesta Xabur’an bi pêşve çû û rûmeta berxwedanê ji me re weke mîras hişt.”
'ME LI BERAMBERÎ DIJMIN ÇOK NEDANÎ, EM Ê NE DEYNIN'
Bahar Kobanê destnîşa kir ku şefê faşîst Erdogan li herêmên dagirkirî komkujî pêk aniye û demografiya herêmê guhertiye û got, "Em careke din li pêşberî şehîdên xwe soz didin ku wê Kobanê azad bibe. Zû yan dereng em ê Efrînê jî rizgar bikin.”
Bahar Kobanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi bîr xist û ragihand: “Tehemûlê azadiya gelê me yê Kurd nakin, nikarin Şoreşa Rojava tine bikin, hevkar û xiyanetkaran bi kar tînin. Dîsa nikare encam bigire, ji ber ku em gel in, mafdarin, me heya niha li berember dijmin çok nedanî û em ê çok nedeynin. Rêheval Sarya meşaleya têkoşîna azadiya jinê ye. Em ê bi ruhê Sarya Ozgur’an şoreşa xwe mezin bikin û pêş bixin.”
Piştî daxuyaniyê helbestên ji bo bîranîna şehîdan hatibûn nivîsandin hatin xwendin û dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Kobanê” û “Bijî berxwedana Gerîla” hatin berzkirin.