Serdanên ji bo çalakiya Sêmalka didome

Yekîtiya Bijîşk û Dermanfiroşan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, serdana çalakiya Dayikên Aştiyê ya li Sêmalka kirin.

Endamên Yekîtiya Bijîşk û Dermanfiroşan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe da dergehê Sêmalkayê da ku tevlî çalakiya konvedanê bibin. Di 4`ê Cotmehê de Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan Tolhildan Raman û Serdem Cûdî çalakiya konvedanê li dergehê Sêmalkayê li dar xist.

Bi dehan bijîşk û dermanfiroş û endamên navendên Tenduristiyê li qada dergehê kom bûn û berê xwe da dergehê Fîş Xabûr.

Li dergehê Yekîtiya Bijîşk û Dermanfiroşan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da.

Hevserokê Yekîtiya Dermanfiroşan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ednan Hiso daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de ev hate gotin: “Bi saya fedekariyên şehîdan, berxwedana hêzên leşkerî, YPG, YPJ û HPG`ê herêm di pêvajoyeke hesas û çarenûsî re derbas dibe û gelê herêmê dê li hemberî dijmn û xayînan berxwedana xwe berdewam bikin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku projeya demokratîk ya li herêmê hemû siyasetên înkarkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê têk birin û ev proje ji bo hemû welatiyên Sûriyê ye.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku li gel şert û mercên hesas yên herêm tê re derbas dibe, hinek partiyên kurdî bi taybet malbata Barzanî li şûna dewleta Tirk şerê destkeftiyên gelê Kurd dikin. Ji lew re em kiryarên malbata Barzanî yên ku asta xiyanetê jî derbas kir, şermezar kirin.

Xwepêşandêran di daxuyaniya xwe de Pêşmergeyên Dêrîn ên li pey siyasetên şerê navxweyî neketin, her wiha hemû gerîlayên azadiyê û dîlgirtiyên azadiyê, silav kirin.

Tê payîn ku sibe şêniyên navçeya Dirbêsiyê û Yekîtiya Mamosteyan a herêma Cizîrê serdana konê çalakiyê bikin.