Şehîdê QSD’ê El-Cedan bi merasîmekê hate veşartin
Welatiyên Hesekê û gundewaran wê cenazeyê şervanê QSD’ê Umran El-Cedan ê Iraqî bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê veşartin.
Welatiyên Hesekê û gundewaran wê cenazeyê şervanê QSD’ê Umran El-Cedan ê Iraqî bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê veşartin.
Bi sedan welaityên Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şervanê QSD’ê Umran El-Cedan ku di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ de şehîd bûbû, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.
Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Hevserokê Meclîsê Bengîn Badînî axivî û got; “Em li pêşiya şehîdekî Iraqî ji bajarê Selehedîn disekinin. Şehîd Umran ji bo şerê li hemberî terora DAÎŞ‘ê tevlî QSD‘ê bû. Em bi şehadata wî serbilind in, şehadeta wî nîşaneya biratiya gelan e."
Fermandarê QSD’ê Ziyab Hesekê û Hevserokê Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso jî axivîn, sersaxî ji malabta şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan da.
Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd Uman El-Cedan hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyên dayikan cenazeyê El-Cedan li goristanê veşartin.
Şervanê QSD’ê Umran El-Cedan li bajarê Dêra Zorê ji dayik bûye. Malbata wî ji Iraqê ye û li gundewarên Dêrazorê dimîne. Umran di sala 2017‘an de tevlî QSD‘ê bû û beşdarî pêngavên rizgarkirina gelek deveran ji çeteyan DAÎŞ‘ê bû.