KAMP
"hêviyeke min heye ew jî neçim Ehresê!" ev gotin a dayîkeke bi temen li ber konê xwe runiştibû ji me re got. Me nizanîbû çi mebesta wê ye. gundê Ehresê berê de nasdikim ku ew jî mezintirîn gundê kurdan li vê herêmê ye, dema me pirsî çima? wiha bersîv da:"kesên di kampê de jiyana xwe dest didin li Ehresê wan dikin gornê lewma jî dixwazim li vir nemirim heta Efrîn rizgar dibe û li gundê xwe serê xwe deyînim axa gornê"
Piştî dewleta turkiya û çeteyên girêdayî wê Efrîn dagir kirin xelkê Efrînê berê xwe da Şehba û niha zêdeyî 100 hezar koçberê Efrînê li vir dijîn ji wan 25 hezar di kampan de ne, 5 kamp hatine avakirin. Wargeha em çûyê jê re dibêjin kampa berxwedanê. Kesa ku em birin wir bi henekî şert û merc bi me re danîn ku di kampê de sûk heye kesê têkeve dibe hinek pere xerc bike, ku çiqas henek bû lê rastiyeke xwe hebû jibo debara kesên dixebitin, me jî hinek tişt kirîn.
MEŞA NAV KAMPÊ
Dema em li kampê dimeşîn her kes li ber deriyê kon di nav çîçek û gulên çandî de runiştîbûn û pir bi rûken digotin werin qehwe û çayeke xwe vexwin, ev cara yekê ye bi vî şêwazî mêvan perwerê dibînim jibo rêwî xwe ji malê hesab bike û bê minet be digotin" werin çaya xwe vexwin"
Di van salên şerê ku li Sûriyeyê dibe em çûne gelek kampan e, lê kampên Şehba pir cuda ne. Her pirsên kampên berê me dîtibûn gazincên xwarin û pêdiviyên wan bûn, lê li kampên Şehba pir cudabûn, ev pirs dikirin "hun rojnamevanin nizanin em kengî vegerin e Efrînê ye?"
REWŞ BER VE KU DE DIÇE
Di vê demê de û gorî rewşa berçav kesek nizane dê rojên pêş me de li vê herêmê çi biqewimê ye, jiber alên Rusiya û yên hikumeta Sûriyayê li Til Rifhet daliqandîbûn, ev bû demeke Rûsiya sê nuqteye xwe li herêmê bi cih kirine, rewşa Şehba jî bi Idlib û tevahî Sûriyayê de girêdayî ye, lê yê me ferq kirî ku ev xelk li vir mayê û jiyan bi derfetên kêm ji xwe re afirandine, ew jî sedemeke xwe heye ku nêzî gund û bajarê xwe ne ew jî Efrîn e, ne bes kesên temen mezin heta zarok jî lîstokên xwe bi destên xwe çêkirine û di nav kampê de dilîzin.