Rêveberên Encumena Sivîl li bajarê Reqayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina sivîlên bêguneh şermezar kirin. Saziya bang li rêxistinên navdewletî û mirovahî kirin ku li dijî van kiriyarên hovane û qirker bêdeng nemînin.
Di derbarê êrîşên hovane ên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Kobanê û hedefgirtina sivîlên bêsûc li herêmên Bakur - Rojhilatê Sûriyeyê, Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi encumenên xwecihî û bi beşdarbûna xelkên herêmê re li Dewar Elsa meşek li dar xistin û ev kiriyar û dagirkerî şermezar kirin.
8’ê Çileya 2022’an de dewleta Tirk a dagirker bajar û gundewarên Kobanê kiribû hedef û bomberdûman kiribûn. Di vê bomberdûmanê de 12 kesên sivîl birîndar bûbûn û sivîlek jî şehîd ketibû.
Dewleta Tirk siyaseta tinekirin û qirkirinê di derheqê gelên herêmên Bakur - Rojhilatê Sûriyeyê de bi hemî cureyên bomberdûmanê pêk tîne û ev kiryarên qirêj bi bêdengiya rêxistinên navdewletî û mirovî berdewam dike.
Di heman çarçoveyê de Ajansa Nûçeyan a Firatê hevdîtinek bi rêveberên saziyên sivîl ên bajarê Reqayê re kir.
Hevserokê Encumena Giştî ya Reqayê Lûey El’îsa wiha got "Em vê bombebarankirina dewleta Tirk a hovane û tirsonek ên li ser deverên sînorî ên bajarê Kobanê bi tundî şermezar dikin. Jixwe ev êrîş bi nêzîkbûna salvegera 7’emîn ya rizgarkirina bajarê Kobanê ji terora DAIŞ’ê ve pêk hat."
Her wiha Lûey El’îsa destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker her tim van kiryarên qirêj û qirker di derheqê gelên herêmên Bakur - Rojhilatê Sûriyeyê de pêk tîne û bi bêdengiya civaka navdewletî re li zarok, sivîl û mizgeftên cihêreng dide.
Lûey El’îsa dawî li gotina xwe ve anî û got "Divê civaka navdewletî dawî li êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bîne û divê van êrîşên hovane û kiryarên qirêj û qirker bisekinînin.”
Di vê derbarê de Endama Desteya Giştî ya Encumena Jinê li Bakur - Rojhilatê Sûriyeyê Feyrûz Xelîl wiha anî ziman ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrîşan ev e ku li ser ewlehiya herêmên Bakur - Rojhilatê Sûriyeyê gefan bixw û got “Êdî bi vê yekê dixwaze tirsê têxe dilê xelkên herêmê û vîna wan ya xurt bişkîne, da ku xelkên herêmê neçar bike ew ji xak û malên xwe koç bikin û herêmên Bakur - Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike.”
Feyrûz Xelîl diyar kir ku ji bêdengiya civaka navdewletî li ser van kiriyarên qirkirinê ên dewleta Tirk li dijî xelkên Sûriyeyê bi giştî, ev yek tê naskirin ku civaka navdewletî piştgiriya dagirkeriya dewleta Tirk a qirker dike û rê li ber faşîzmayê vedike.
Her wiha Serokê Nivîsgeha Partiya Sûriyeya Pêşerojê Xalib Elcum’a jî got "Îro xelkên bajarê Reqayê bi hemî pêkhateyên xwe ve li dijî van kiriyarên qirêj demildest disekinin ji bo ku dengê xwe bigihînin hemî welatên ku doza mafên mirovan dixwazin. Gelo ma qanûnek heye ku kuştina bêgunehan, zarokan û hedefgirtina mizgeftên cihêreng helal dike?”
Xalib dawî li gotina xwe anî û wiha bang kir "Divê civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovî li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ji bêdengiya xwe derkevin û li dijî kiryarên dagirkeriyê ên dewleta Tirk li ser xelkên herêmên Bakur – Rojhilatê Sûriyeyê bin.”