Salvegera 29’an a damezirandina NÇM’ê hate pîrozkirin

Salvegera 29’an a damezirandina NÇM’ê li cihê wê yên nû hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de peyama ku wê bi rûxmê her cûre tundiyê wê xebatên xwe bidomînin dan.

Salvegera 29’an a Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) li avahiya xwe ya nû ya li Taksîma Stenbolê pîroz kir. Wexfa Lêkolînên Huner, Çand, Estetîk, Perwerde û Zanistê (BEKSAV), Navenda Çand û Huner a Sîberê, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdil Ugurlu, endamên Meclîsa Dayîkên Aşitiyê, Komeleya Piştevanî û Alîkarîkirina bi Malbatên Girtiyên Marmarê re (MATUHAY-DER), Komeleya Lêkolînan a Kurd, Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) û gelek kesên din tevlî çalakiya pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de ji hunermendê NÇM’ê Genim Îldan axivî û anî ziman ku di nava 29 salan de rû bi rûyê her cûre tundî û êrîşan hatine. Îldan diyar kir ku avahiya ku 18 salan bi kar dianîn ji destê wan derxistin, bi rûxmê wê jî wan avahiyek nû vekirin ku ji bo faaliyetên xwe berdewam bikin.

Ji damezrênerê Enstituya Kurd a Stenbolê Şefîk Beyaz salvegera 29’an a NÇM’ê pîroz kir û serkeftin ji kar û xebatên wan re xwest.

Hev Berdevka HDK’ê Îdîl Ugurlu got, “NÇM’ê bi nenûkên xwe têkoşîn kir ku heta vê rojê hat. Bi rûxmê hemû polîtîkayên asîmilasyon û qirkirinê yên ku çand û hunera gelê Kurd pêk tînin, NÇM’ê bi rêz û hirmet silav dikim.”

Erdal Avci yê HDP’î bertek nîşanî desteserkirina avahiya NÇM’ê da û got, “NÇM ji bo vegotina mîrasê çandî yê gelê ku bi çend hezar sal kombûyî têdikoşe. Rêya wan vekirî be.”

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdan Eyup Subaşî jî got, “Pêwîst e ku em sazî û xebatên xwe hîn bi hêztir bigirin. Li ser vê dîrok û hêza NÇM’ê jî heye. Serkeftinê dixwazim.”

Endama Însiyatîfa Dayîkên Aşitiyê ya Stenbolê Bedîa Gokgoz jî diyar kir ku NÇM hestên dayîk û gel tîne ziman û got, “NÇM, hesret, êş û qedera ku em nikarîn bînin ziman bi hunerê tîne ziman.”