Girtîgeha Evîn a li Tehranê hate bombebarankirin
Girtîgeha Evîn a li Tehranê ku girtiyên siyasî têde têne ragirtin, ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hate hedefgirtin.
Girtîgeha Evîn a li Tehranê ku girtiyên siyasî têde têne ragirtin, ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hate hedefgirtin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, balafirên şer ên Îsraîlê bişev girtîgeha Evîn a li Tehranê ku girtiyên siyasî têde têne ragirtin, bomberbaran kiriye.
Dengê teqînên mezin hate bihîstin û bi ser girtîgehê duman bilind bû.
Li gorî dîmenên hatine belavkirin, tê dîtin ku girtîgeha Evîn hatiye bombebaran kirin. Li gorî hinek agahiyan tê gotin girtîgeh di 18’ê Hezîranê de hatiye bombebarankirin. Lê derbarê dîroka êrîşê de agahiyek zelal nehate wergirtin.
Piştî êrîşê rayedarên girtîgehê, çûyîn û hatina nava girtîgehê girtin û gelek ambulans sewqî girtîgehê kirin.
Hêjayî gotinê ye li nav girtîgehê gelek siyasetmedar, rojnamevan, çalakvanên mafên mirovan û welatiyên biyanî tên ragirtin.
Derbarê bûyerê de heya niha ji rayedarên Îranê ti daxuyaniyek nehatiye, Îsarîlê jî êrîş piştrast nekiriye.