Parlamentera Partiya Keskan a Awûstralyayê Cate Faehrmann banga dîrokî ya Rêber Apo anî rojevê Parlamentoya Eyaleta New South Wales (NSW) û piştgiriya xwe ragihand.
Faehrmann di axaftina xwe de bal kişand ser van tiştan:
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 26 sal in ji aliyê dewleta Tirk ve girtî ye, piştî 5 salan bi parlamenterên DEM Partiyê re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku ji tevkariyê aştiya herêmê re amade ye.
Di 27’ê Sibata 2025’an de nameya birêz Abdullah Ocalan a banga aştiyê bi Kurdî, Tirkî, Îngilîzî û Erebî li navenda civaka Kurd a Awûstralyayê û çar aliyên cîhanê bi awayekî zindî hat temaşekirin. Ez ê li vir hemû peyamê nexwînim, lê di beşa dawî ya peyamê de dibêje, “Ez silavên xwe ji kesên ku ji jiyana bi hev re bawer dikin û guh didin banga min re dişînim.
Li ser vê daxuyaniyê Partiya Karkarên Kurdistanê (PKK) jî ragihand ku bi şertê azadiya birêz Ocalan ew amade ne dev ji çekan berdin û gavên siyasî bavêjin. Ev daxuyanî ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê heta Îngilistan, Fransa, Elmanya, Katalonya, Îtalya, Swêd, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtîya Ewropayê û li qada navneteweyî rastî piştgiriyeke mezin hat.
Daxuyaniya birêz Ocalan ji bo Kurd û Tirk ên li Tirkiyeyê naskirina aştiyê gaveke dîrokî ye û ji bo civaka Kurd a li eyaleta New South Wales xwedî girîngiyeke mezin e.
Em daxwaza azadiya Birêz Abdullah Ocalan ji dewleta Tirk re dikin. Ji bo pêvajoya aştiyê li Tirkiye û Rojhilata Navîn pêş bikeve em piştgiriyê didin azadiya gelê Kurd û vê bangê."