Ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve û bi damezrandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) re, Şoreşa Jinê tê pêşxistin. YPJ ji bo mezinkirina têkoşînê jinê, bi roleke girîng rabû. Di encama têkoşîn û dayîna berdêlên giran de, îro nasnameya YPJ’ê di cîhanê de bûye nasnameya rûmet û têkoşînê. Yek ji beşdarên Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd a li Qamişloyê, Fermandara YPJ’ê Viyan Adar bû. Viyan Adar têkildarî vê konferansê ji ANF’ê re axivî û ev konferans li hemû jinan pîroz kir.
Fermandar Viyan Adar di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku lidarxistina konferanseke bi vî rengî gaveke dîrokî ye û wiha got: "Lidarxistina konferansa jinên Kurd di demeke wiha de xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber pêvajoya ku em jiyan dikin pir girîng e û pêwîstî bi gavên xurt û dîrokî heye, li ser wê esasê em lidar xistina vê konferansê wekî temamkirina rola mezin dibînin. Demeke dirêje gelê Kurd û jinên li her çar parçeyên Kurdistanê di bin zext û çewisandineke pir mezin de jiyan dikin û her wiha Jinên Sûrî jî bi heman rengî hatine çewisandin. Weke jin em vê destûra hatî derxistin, qebûl nakin. Em bi vê bawerin ku wê ev konferans bandor û guhertinek mezin ava bike."
Fermandar Viyan Adar diyar kir ku bêyî jin Sûriyeya demokrat û aştiyane nabe û wiha pê de çû, "Ji bo her çar parçeyên Kurdistanê, tevahî Rojhilata Navîn û bi taybetî ji bo Sûriyeyê, em dixwazin di vê pêvajoyê de roleke girîng û sereke bilîzin. Peyama Rêber Apo ya di 8'ê Adarê de ji bo jinan şandibû, ji bo me peyamek pir hêja û bi nirx bû. Ji ber ku Rêber Apo her tim dibêje jin pêşenga civak, pêvajoyê û şoreşê ye. Her wiha silavên Rêber Apo ji bo jinan bû sedem ku 8'ê Adarê û Nerwoz bi coşeke mezin werin pîrozkirin. Lewma lidar xistina vê konferansê weke bersiva peyama Rêber Apo ye. Li ser vê esasê weke YPJ erka me ya parastinê li Bendava Tişrînê, Qereqozax û Dêr Hafirê berdewam e, da ku em destkeftiyên xwe biparêzin û jiyana xwe ya azad û aram mîsoger bikin. Divê em bikaribin zêdetir destkeftiyan bi dest bixin. Weke jin ji bo pêkanîna demokrasiyê û jiyanek azad û ji bo jinên ji hemû pêkhateyên li Sûriyeyê, em vê barê digrin ser milê xwe û em ê erka xwe ya pêşengtiyê berdewam bikin."
Fermandara YPJ'ê Viyan Adar di dawiya axaftina xwe de ev tişt bilêv kir: “Wê ev konferans bibe bingeha yekrêziya gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê. Eger jin li cihekê vê hevgirtinê ava bike, ne mumkine ku zemînekê ji bo yekîtiyê ava neke. Ji ber ku jin cihê kombûn û civakbûyînê ye, ji bo wê jî ev konferans wê bibe bingeha yekrêziya gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê. Em ê li Rojhilata Navîn ji bo hemû jinan jiyaneke azad û aştiyane ava bikin. Ev Konferans weke hêzeke parastinê xurt e. Li ser vê esasê divê em xwedî li biryarên Konferansê derkevin da ku em destkeftiyên xwe biparêzin û li ser wan destketiyan hîn zêdetir ava bikin.''