BI DÎMEN

Qetilkirina 2 rojnamevanên Kurd li Ewropayê hate protestokirin

Kurdistanî û dostên wan li gelek navendên Ewropayê qetilkirna rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bilgin protesto kirin.

Qetilkirina rojnamevanên Kurd Nazim Daştan û Cîhan Bilgin ên ji aliyê dewleta Tirk ve, li Potsdamerplatza paytexta Elmaya Berlînê bi mîtingekî hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan beşdarî mitîngê bûn. Dîroknas û Rojnamevan Nick Brauns, li ser navê Meclîsa Jinê ya Êzidî Nurê Aliş û li ser navê Women Defend Rojava axaftin hatin kirin.

 Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi zanebûn hedefgirtina rojnamevanan li herêmên şer di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de sûcê şer e û divê Tirkiye ji van êrîşan berpirsyar bê girtin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bilgin di dema êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gefên li ser şoreşa jinê ya Rojava û pergala demokratîk ji raya giştî re ragihandin. Hovitiya ku komên SMO’yê li Minbicê li dijî jin û gelan pêk anî, eşkere kirin. Di heman demê de têkiliyên qirêj ên dewleta Tirk ên bi komên weke DAÎŞ, SMO û HTŞ’ê deşîfre kirin û bûn dengê gel û jinan.”

Di daxuyaniyê de bang li Elmaya û Yekîtiya Ewropayê hate kirin û wiha hate gotin: “Divê ji aliyê dewleta Tirk ve qetilkirina xebatkarên Çapemeniya Azad a Kurd ku li pey heqîqetê ye û weşangeriya demokratîk kiriye rêgez re bêdeng nemînin.”

Di daxuyaniya li ser navê Women Defen Rojava de wiha hate gotin: “Em îro ji bo îşaret pê bikin ku dewleta Tirk di 5 salên dawî de 13 rojnamevanên Kurd qetil kiriye, li vir kom bûn. Em li vir xwepêşandan dikin û daxwaz dikin ku dewleta Tirk ji vê yekê berpirsyar bê girtin! Eger em dengê xwe bilind nekin em ê bibin şirîkê sûcê û van kuştinên armanckirî rewa bikin.”

Li ser navê Meclîsa Jinê ya Êzidî Nurê Aliş jî wiha got: “Çapemeniya Kurd a Azad bi salan in heqîqetê dinivsîne. Wê ev heqîqet rûyên we yên qirêj nîşan bide. Bi sedan peyrêwên şehîdên çapemeniya azad a Kurd Cîhan û Nazim wê nivîsandina heqîqetê bidomînin.”

Dîroknas û Rojnamevan Nick Brauns jî di mitîngê de axivî. Brauns diyar kir ku rojnamevan bi rojane polîtîkayên hikûmetan û hêzên li pişt van polîtîkayan eşkere dikin û wiha got: “Ji ber vê yekê çapemeniya azad a Kurd bi salan in bûye hedefa Tirkiye û hikûmetên NATO’yê. Ji ber ku ev hikûmet ditirsin ku rastiyên wan derkeve holê.”

Susanne Roßling jî wiha got: “Dewleta Tirk sûceke nû li ser sûcên xwe yên şer zêde kir. Me duh agahiya qetilkirina xebatkarên Çapemeniya Azad a Kurd Cîhan û Nazim girt. Li her derê cîhanê hedef girtin û qetilkirina rojnamevanan sûcê şer e.”

Mitîng bi dirûşmeyên “Terorîst Erdogan” bi dawî bû.

KASSEL

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojava li Rathausê mitîng hate lidarxistin.

Di axaftinên çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê û qetilkirina rojnamevanan hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de êrîşa ku li bajarê Magdeburg ê Elmanyayê hate kirin, hat şermezarkirin.

PARMA

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Parma ê Îtalyayê ji bo Rojava û Filîstinê daketin qadan.

Çalakî li ser banga gelek sazî û dezgehan hate lidarxistin. Di çalakiyê de ji aliyê Tora Piştevaniya Kurdistan û Komîteya Kurd a Îtalyayê ve pankarta bi nivîsa “Kurdistanê biparêze” û alên YPG-YPJ’ê hatin vekirin.

Li ser navê Komîteya Kurd a Îtalyayê axaftin hate kirin. Di axaftinê de geşedanên li Rojava û Sûriyeyê hatin ragihandin û peyama berxwedana bi ruhê Kobanê hate dayîn.

ZURÎH

Li bajarê Zurih ê Swîsreyê ji aliyê Konfederasyona Yekîtiyên Elewî yên Swîsreyê (IABF), Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S), Komeleya Suryaniyên Swîsreyê, Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê û xebatkarên çapameniya azad a Kurd ve ku koçberên Swîsreyê ne, Komkujiya Mereşê û êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin.

Çalakî li pêşiya Dêra St. Jakob a Zurich Stauffacherê hat lidarxistin. Di çalakiyê de Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatin bibîranîn.

 Daxuyaniya çapemeniyê ya bi zimanê Elmanî ji aliyê Serokê Giştî yê ÎABF’ê Esmender Çoçelî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de îşaret bi êrîşên li ser Kurdan û Elewiyan hate kirin û wiha hate gotin: “Pêşeroja gelan bi piştevanî û têkoşînê re dikare bê mîsogerkirin.”

Rêveberê ÎABF’ê Cem Bintel diyar kir ku ew ne tenê weke Elewiyan li vir in û wiha got: “Çeteyên DAÎŞ’ê yên dest bi xwîn li Sûriyeyê gelek mirovên me qetil kir. Em îro ji bo gel û nasnameyên ku li Sûriyeyê rastî zilmêm tên li vir kom bûn.”

Serokê avakarê SYKP Tuncay Yilmaz jî berxwedêran silav kir.

Hevalê kar ê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, Cîhan Olmez ku beşdarî çalakiyê bû rojnemevanên hatin qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Ev heval tiştên ku li wê derê qewimîn ji cîhanê re ragihandin. Cîhan bi saya wan agahî girt. Heval Nazim li Silêmaniyê rastî êrîşê hat, birîndar bû lê tu car dev ji doza xwe berneda.”

Di çalakiyê li ser navê PYD û Meclîsa Suryanî ya Ewropayê axaftin hatin kirin.

CHUR

Kurdistanî û dostên wan li ber stasyona trenê ya bajarê Chur ê Swîsreyê hatin ba hev û qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar kirin.

Siyasetmedar Ayşe Acar Başaran diyar kir ku xebatkarên çapemeniya azad gelek caran ji aliyê dewleta Tirk ve hedef hatine girtin û qetilkirin û wiha got: “Tifaqa şer a AKP-MHP’ê destkeftiyên gelê Kurd hedef digire û li ser esasê tinekirina gelê Kurd polîtîkayê dimeşe. Em bang li raya giştî ya navneteweyî jî dikin; divê li hemberî van komkujiyan bêdeng nemînin. Divê dewleta Tirk demildest dawî li van komkujiyan bîne.”

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a  Churê Kureyş Doymaz jî diyar kir ku êrîşên li dijî gelê Kurd ên li Rojava komkujî ye û got, “Em bang li PDK’ê û malbata Barzanî dikin; dev ji peymanên xwe yên qirêj ên bi dewleta Tirk re berdin. Kobanê xeta sor a gelê Kurd e. Dev ji tifaqa dewleta Tirk a ku van destkeftiyan hedef digire, berdin.”

KIEL

Li bajarê Kiel ê Elmanyayê bi armanca şermezarkirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava, meşek hate lidarxistin.

Gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî meşa ku ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Kîelê û Defend Kurdistanê ve hat lidarxistin bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê, daxuyanî hate dayîn. Hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi awayekî vekirî destekê dide terorîstên îslamî û divê her kes li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava dimeşîne, derkevin.

Di meşê de ev bang li dewleta Elman hate kirin: “Divê dewleta Elman êdî çekan nefroşe dewleta Tirk; ji ber ku dewleta Tirk van çekan di kiryarên hovane de li dijî Kurdan bi kar tîne. Werin em bi hev re li dijî van komkujî û qirkirinên dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin."

Di meşê de rojnamevan Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn jî hatin bibîranîn û êrîşên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevanan û Rojava hatin şermezarkirin.

Di meşê de dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava", "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.

ASCHAFFENBURG

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Aschaffenburg ê Elmanyayê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava mîtîng lidarxistin. Çalakvanan diyarkirin ku di encama êrîşên ku bi rojan in dewam dike de gelek sivîl hatin qetilkirin û bang li dewleta Elmanyayê kir ku firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestîne.

Di protestoyê de hate destnîşankirin ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlan û qadên niştecihbûnê, bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

PARÎS

Qetilkirina rojnamevanên Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve, li banliyoya Villeneuve-Saint-Georges a paytexta Fransa Parîsê hat protestokirin.