BI DÎMEN

‘Heta yek şervan jî hebe wê Bendava Tişrînê di destê me de be’

Fermandarê Eniya Bendava Tişrînê Serxwebûn Kobanê diyar kir ku şervanên YPG-YPJ’ê li Bendava Tişrînê berxwedanek bê hempa raber dikin û eşkere kir ku îdiayên dewleta Tirk li ser girtina Bendava Tişrînê ne rast in.

BERXWEDANA TIŞRÎNÊ

Ev demeke Dewleta Tirk a dagirker bi armanca dagirkirina Bendava Tişrînê, bi dijwarî êrîş dike. Şervanên QSD, YPG û YPJ’ê berxwedanekî dîrokî didin meşandin û wan êrîşan bi îsrar û îradeyek e mezin têk dibin.

Fermandarê Eniya Bendava Tişrînê Serxwebûn Kobanê rewşa dawî a Bendava Tişrînê nirxand û wiha got: “Ev 7 roj in şervanên me derbasî vê nûqtê bûne, beriya wê jî şervanên YPG-YPJ’ê li hember hêzên dagirker berxwedaneke bê hempa meşandin. Bi xwe jî dizanin ku hêzên YPG'ê hêz û profesyonel bûyîna xwe di cîhanê de daye îsbatkirin, ev hêzên ku li derdora bendava Tişrînê xwe bi cih kirine difikirîn ku çawa xaka Sûriye di 3 rojan de dagir kirin wê li vir jî wisa berdewam bikin. Wekî ku çawa DAÎŞ’ê propogandaya xwe bi konvoya û banga Allah û Ekber dikir û dimeşiya, van hêzan jî xwestin propogandaya xwe bi vê awayî bikin, gel ditirsandin dixwestin bimeşin û her derê dagir bikin.”

ÇAWA DAÎŞ’Ê TÊK BIRIN WÊ VAN HÊZÊN TARÎ JÎ TÊK BIBIN

Fermandar Serwebûn Kobanê anî ziman ku şervanên azadiyê bi berxwedana xwe propogandaya çeteyan vala derxist û wiha domand: “Wan di planên xwe yên dagirkirinê de hesabê şervanên azadiyê nekiribûn. Ji bo wê jî çete bi xwe jî bi hebûna wan şervanan re matmayî mane. Bi berxwedana bê hempa ya ku 12 rojin di Bendava Tişrînê tê meşandin îsbat kirin ku hêzên YPG’ê weke ku çawa di 2014'an de DAÎŞ bin xistin û têk birin û cîhan hemû ji tarîtiyê xelas kirin, wê careke din hêzên tarî têk bibin.”

ŞERVANAN DERBÊN GIRAN LI ÇETAYAN DIDIN

Fermandar Serxwebûn Kobanê da xuyakirin ku di vê berxwedanê de şervanan tu car paşde gav neavêt û wiha pêde çû: “Ev 6 roj in êrîşên li ser bendavê berdewam dikin. Şervanên me tu car gav paşde neavêtin, hêzên YPG’ê yên profesyonel ji vir û şûnde derdikeve holê. Ji ber ku li hemberî hemû teknîk û çekên ku dewleta Tirk dane çeteyan êrîşên li ber xwe didin û êrîşên çeteyan şikandin. Her çiqas di van rojan de êrîşên wan li hember şervanê me zêdebûne jî dîsa jî yek şervanê me jî ji cihê xwe paşde gav neavêtiye. Berovajî vê şervanê me derbên giran li çeteyan xistin.”

BENDAVA TIŞRÎNÊ DI DESTÊN ŞERVANAN DE YE

Fermandarê Eniya Bendava Tişrînê Serxwebûn Kobanê di dawiya axaftina xwe de eşkere kir ku propaxandaya ku dewleta Tirk li ser girtina Bendava Tişrînê pêş dixe ne raste û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Propaxandaya ku dewleta Tirk li ser ragihandinê belav dikin û îdia girtina Bendava Tişrînê dagirkirine ne rast e. Di esasa xwe de karê ragihandina dewleta Tirk derew e. Bendav di destê me de ye û bila gelê me ji derewên dewleta Tirk bi bandor nebin û bi şervan û hêza xwe bawer bin. Heta ku yek şervan di Bendava Tişrînê de hebe wê bendav di destê me de be.”