Li paytexta Îngilistan Londonê ji ber salvegera Komkujiya Mereşê ya 24'ê Kanûnê, Komkujiya Roboskî ya 28'ê Kanûnê û Komkujiya girtîgehan a 19'ê Kanûnê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Londonê bîranîn û panel hate lidarxistin.
Di çalakiyê de ku tevlîbûna girseyî hebû, ji bo bîranîna mirovên hatin qetilkirin deqeyek rêz hate girtin, têkildarî komkujiyên li Kurdistanê sînevîzyon hate nîşandan. Piştre jî bi moderatoriya rojnamevan Nîmet Sayar panelê destpê kir.
Serokê Damezrîner ê Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê Îsrafîl Erbîl, Nûnerê Federasyona Komeleyên Ewropayê yên Mereşê (MARDEF) Salman Okmen û bi rêya Skype jî Berdevkê Têkiliyên Derve yê PYD'ê Salih Muslim li panelê axivîn.
Salman Okmen diyar kir ku ji bo Komkujiya Mereşê li qada navneteweyî bê naskirin wan gelekî hewl dan. Okmen anî ziman ku weke MARDEF'ê ew her tim xwedî li êşên gel derketin û ji bo pêçandina birînan têkoşiyan û got, "Li gel astengiyan hemûyan jî em li gel gelê xwe sekinînin" û bal kişand ser girîngiya yekîtî û berxwedanê.
Salih Muslim jî êrîşên qirkirinê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. Muslim anî ziman ku rewşa li Kobanê krîtîk e û got, "Bi rojan e şerekî giran dewam dike. Êrîşên dewleta Tirk bê navber dewam dikin." Muslim bi bîr xist ku Kobanê bûye semboleke nmavneteweyî, ji bo parastina sivîlên li herêmê divê piştgiriya navneteweyî bê zêdekirin. Salih Muslim her wiha bi bîr xist ku sala 2018'an zêdeyî 120 hezar kes neçar man ji Efrînê koç bikin û ragihand ku gef li ser Kurdên Elewî heye.
Muslim diyar kir ku komên navê Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) li xwe kirine çeteyên ji ber DAÎŞ'ê mane û bi talan û komkujiyan têne bîranîn. Muslim got, "Gelê Kobanê amade ye ku xwe biparêze" û banga piştevaniyê kir.
Îsrafîl Erbîl jî diyar kir ku komkujiyên li Mereş û Roboskî dewama sîstematîk a hovîtiya pêvajoya dîrokî ye û got, "Ji bo careke din komkujiyên mîna yên Mereş û Roboskî rû nedin, ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi yekîtî û têkoşînê heye."
Di panelê de her wiha qala wê yekê hate kirin ku Îslama siyasî ji bo rewakirina komkujiyan weke amûrekê tê bikaranîn.
Çalakî bi peyamên li ser yekîtî û piştevaniyê bi dawî bû.