BI DÎMEN

Êrîşên dagirkeriyê û qetilkirina rojnamevanan li Viyanayê hat protestokirin

Kurdên li Viyanayê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û qetilkirina rojnamevanan şermezar kir.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê hatin protestokirin. Çalakî bi pêşengiya Demkurd û Meclisa Jinan a Avestayê li Qada Heldenplatzê ya Viyanayê hat lidarxistin. Kurdan û dostên wan dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Gelê Kurd!” êrîşên hovane yên dewleta Tirk protestokirin.

Endama Meclisa Jinan a Avestayê Nûrcan Guleryuzê diyar kir ku armanca êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şikandina berxwedana gelê Kurd e û wiha got: “Dewleta Tirk nikare berxwedana gelê Kurd têk bibe. Piştî her êrîşê em bihêztir bûn. Dema ku wan nûçeyên ‘Me ew xilas kirin’ parve dikirin, em zêdetir û bihêztir bûn. Divê têkoşîna azadiyê ya li Rojava bala hemû cîhanê bikêşîne. Dewleta Tirk û komên çeteyan ên ku piştgiriya wan dike, qetlîamên xwe li herêmên di bin rêveberiya Kurdan de didomîne. Em ji bo sekinandina van êrîşan bang dikin. Erdoganê ku hebûna Kurdan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune dihesibîne, roj bi roj wê bêhtir bin bikeve.”

Nurcan Guleryuz destnîşan kir ku armanca êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê ne tenê gelê Kurd e, ew gefê li hemû gelan dixwe û got “Dewleta Tirk ji bo ku berxwedana Kurdan bişkîne Rojava hedef digire lê bila vê yekê ji bîr neke; gelê Kurd ne tenê ji bo xaka xwe, ji bo tevahiya gelan têdikoşe.”

Dr. Sabrî jî li ser navê MSD’ê axivî û got “Gelê Kurd tevî hemû zextên li ser xwe tune nebûye, bereksî bi berxwedana xwe mezintir bû. Kes nikare gelê Kurd tune bike. Her êrîşek mezinahiya bêçerabûna dewleta Tirk nîşan dide.”

Ji Defend Kurdistanê Lisa A. jî wiha axivî: “Bizanin ka çapemeniya azad çi ye û geşedanên li Rojavayê ji çavkaniyên rast hîn bibin. Em ê li rêça şehadeta Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştî axaftinan, çalakvanan bi alayên bi wêneyên Rojavayê û alayên YPG û YPJ’ê dest bi meşê kirin.

Meş bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo" bi dawî bû.