BI DÎMEN

Şehîdên azadiyê li Bellinzonayê hatin bibîranîn

Kurdistaniyên li Bellinzonayê û nûnerên saziyan ji bo şehîdan merasîma bîranînê li dar xistin.

Li bajarê Bellinzona yê Swîsreyê ji bo Alî Yaman (Derwêş Çiya) yê ku di 8’ê Îlona 2024’an de li Zapê şehîd bû, Zeynep Demîroglû (Diljîn Bêlatî), Çîmen Alturk (Pîran Suweyda) yên ku di 1’ê Mijdara 2024’an de şehîd bûn, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku bi balafira bêmirov a dewleta Tirk hatin qetilkirin merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Xizmên şehîdan, nûnerên KOMAW'ê û gelek Kurdistanî beşdarî merasîma bîranînê ya ku ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate lidarxistin bûn.

Nûnerên KOMAW'ê Mustafa Karahan û Dayika Fîdan axaftinên kurt kirin. Di merasîmê de peyama malbatên şehîdan ên li welat hatin xwendin.

Piştî sînevîzyona li ser têkoşîna şehîdan hate pêşandan, bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin’ bi dawî bû.