Komxebata Ekolojiyê roja destpêkê li pey xwe hişt

Komxebata Ekolojiyê ya KCDK-E'yê roja destpêkê li pey xwe hişt.

Komxebata Ekolojiyê ya 1'emîn li bajarê Freiburg ê Elmanyayê bi pêşengiya Komîteya Ekolojiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) tê lidarxistin.

Ji welatên cuda yên Ewropayê endamên federasyonên KCDK-E'yê, TJK-E, Komîteya Jineolojiyê, TekoJIN, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger, akademîsyen, sosyolog û ekolojîst tevlî bûn.

Berdevka Komîteya Ekolojiyê ya KCDK-E'yê Fatoş Goksûngûr di destpêka komxebatê de axivî û got, "Nêzî sal û nîveke li Ewropayê me dest bi karekî ekolojiyê kirin. Ji ber ku ji aliyê paradîgmayê ve me kêmasiyeke xwe ya di vê mijarê de li Ewropayê dît, me komîteyek ava kir. Lewma me komxebatek lidar xist. di karên amadekariya komxebatê de em bi vê kêmasiya xwe hesiyan. Me dît ku di nava civaka Kurdistanê de têkildarî jiyana ekolojîk nêzîkatiyeke ji rêzê heye. Lewma jî me lidarxistina komxebateke bi vî rengî ji xwe re kir karek. Komxebata me wê du rojan dewam bike. Li Rojava qetilkirina du hevalên me yên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn em gelekî êşand. Di demeke bi vî rengî de ku êrîşên qirkirinê li dijî Kurdan têne kirin, em hîn jî nîqaş dikin ku li hemberî qirkirina ekolojîk dikarin karê ekolojîk çawa bi rêxistin bikin. Ne tenê em ên ku dil dane vî karî, her kes ji vî karî berpirsyar e. Ji bo ku em vê yekê tevlî karê xwe yê rojane bikin divê projeyê ava bikin. Divê em paradîgmaya Rêberê xwe bidin fêhhmkirin û di vê çarçoveyê de kar bikin. Li dijî kapîtalîzmê bi reforman têkoşîn nayê meşandin. Rêbertî ji bo ekolojiyê dibêje, divê bibe hinceta me ya serhildanê. Têkoşîna ekolojîk divê guhertineke radîkal û pergalî ji xwe re bike armanc."

Piştî axaftina destpêkê ya Fatoş Goksûngûr, komxebat bi rûniştinên bi sernavê "Pênaseya Ekolojiyê û Perspetîfa Ekolojîk", "Jin û Ekolojî" û "Li Kurdistan û Rojhilata Navîn polîtîkayên qirkirina ekolojiyê û têkoşîna li dijî vê yekê" dewam kir.