Li Tebqayê 27 dagirker hatin kuştin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê hewldana dagirkeriyê ya li dijî gundê Ebû Henaya yê gundewarê Meskenê têk birin û 27 çete kuştin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê hewldana dagirkeriyê ya li dijî gundê Ebû Henaya yê gundewarê Meskenê têk birin û 27 çete kuştin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê ji rayedarên leşkerî wergirtiye, çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hewl dan êrîşî gundê Ebû Henaya yê bejahiya Meskenê ya dikeve başûrrojhilatê Helebê bikin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê bersiv da êrîşê û 27 çete bêbandor kirin.