Li Cindirêsê xaniyên nû yên mêtingeriyê

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê xaniyên nû yên mêtingeriyê ava kir.

XANIYÊN MÊTINGERIYÊ

Hate diyarkirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya rêxistina Wîfaq û bi desteka rêxistinên Fîlîstînî, ji bo malbatên çeteyan li navçeya Cindirêsê xaniyên nû yên mêtingeriyê ava kirin.

Çavkaniyên ji herêmê tekez kirin ku heta niha 84 xaniyên mêtingeriyê, mizgeft, dibistan û parkek li herêmê hatine çêkirin. 42 malbatên çeteyan li van xaniyên mêtingeriyê bi cih bûne.

Dewleta Tirk a dagirker heta niha bi rêya rêxistinên Qeter, Kuweyt û Fîlîstînê li bejahiya Efrînê li nêzî 38 herêman xaniyên mêtingeriyê ava kirine.