Cenazeyên 2 şehîdan li Minbicê hatin veşartin

Cenazeyên şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd Essaf El Îsa û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ehmed Ferec li Minbicê hatin veşartin.

Gelê kantona Minbicê li goristana şehîdan a Minbicê kom bûn û şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd Essaf El Îsa û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ehmed Ferec spartin axê ku di 4`ê Nîsanê li herêma El Farat a rojavayê Minbicê şehîd bûbûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Elaa El Elî axivî û got: "Ji vir, ji vê cihê pîroz em şehîdên xwe yên leheng oxir dikin ku di oxira parastina welat de canê xwe feda kir û ji bo parastina ewlehiya gel, destanên lehengiyê nivisîn."

El Elî soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin ta ku serkeftinê bi dest bixin.

Ji fermandên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Sûrî Minbic jî got: "Em soz didin şehîdan û malbatên wan ku dev ji rêya hevalên xwe bernedin û li eniyan li hemberî êrişkeran li ber xwe bidin."

Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Minbicê general Ehmed Xelîf jî soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin û tola wan hilînin.

Piştî xwendina wesîqeyên şehadetê yên şehîdan, girseyê cenazeyên her du şehîd veşartin.