Gelê Minbicê: Em ê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan misoger bikin

Ruweyde Hinêzil ji sedan kesên ku Newroza Kantona Minbicê pîroz kirin re axivî û got, "Em ê meşaleya azadiyê ya ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide vemirîne, hîn bilindtir bikin."

LI MINBICÊ CEJNA NEWROZÊ

Bi sedan xelkê kantona Minbicê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê, komîte û saziyên girêdayî wê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Kombûna Jınan a Zenbûiya, Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Meclisa Leşkerî ya Jin, xet, meclisên sivîl, Rêxistinên Civaka Demokratîk beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn.

Newroz li daristana Toq Xelîl ê li başûrê kantonê hat lidarxistin. Şênî bi cilên xwe beşdar bûn û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan.

Di şahiyê de dayikên şehîdan agirê Newrozê dada.

Dûre hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Minbicê Ezab El Ebod axivî û got: "Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Minbicê em Newrozê li gel pîroz dikin û girîngiyê didin şoreşa li dijî zulmê."

Ezab wiha domand: "Pîrozkirina me ya bi diruşma bi ruhê Newrozê em ê Rêbertî azad bikin nîşaneya berxwedana me li dijî Osmaniya nû ya bi serkêşiya dewleta Tirk a dagirker e ku li dijî Rêveberiya Xweser e."

Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Rebîi El Hemade axivî û got: "Em xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser rêya azadî û demokrasiyê, rêya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berxwedana Newrozê nû dikin."

El Hemade wiha domand: "Projeya me, Rêveberiya Xweser parastina mafên hemû pêkhate û taybetmendiyên wan dike, ew tovê hevgirtinê ye. Kawa Hesinkar di wijdana me de dijî, ger dagirkeriya Tirk peykerê Kawa li Efrînê rûxand, em hemû Kawa Hesinkar in û em ê li ser rêça şehîdan bimeşin."

Li aliyekî din jî li ser navê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Minbicê Ruweyde Hinêzil axivî û got: "Cejna Newrozê çand û mîrasa Rojhilata Navîn e û sembola berxwedana û meşaleya azadiyê ye. Em ê her salê kom bin ku meşaleya azadiyê ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide vemirîne pêxin."

Dûre koma ˊÇiyayên Kurmêncˊ, koma ˊNavenda Çand û Hunerêˊ, koma ˊAştiyêˊ, Koma Çeçen û koma Dîlana Kurdî gelek stranên folklorîk û dîlan gerandin. Piştre hunermend Casim Tirmiş, Zeyneb Hebaq û Seidûn El Ehmed gelek stran gotin.

Pîrozbahî bi silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û şopandina rêça şehîdan bi dawî bû.