Li Eyn Îsa Newroz bi coş hat pîrozkirin

Cejna Newrozê li Eyn Îsa yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi coşek mezin hat pîrozkirin.

NEWROZA ROJAVA

Gelê navçeya Eyn Îsa û bi sedan koçberên Girê Spî yên dagirkirî li Parka Jina Azad a navenda navçeyê li hev civiyan û Newroz pîroz kirin.

Di şahiyê de rûspiyên civak û eşîran û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.

Hevseroka Meclîsa Girê Spî Heza Mihemed bal kişand ser têkoşîn û fedekariya mezin a ji bo projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û destnîşan kir ku êrîşên ku ev proje ji xwe re kirine hedef wê bi berxwedana gel werin pûçkirin.

Hevseroka Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Girê Spî Bêrîvan Îsmaîl diyar kir ku rêya herî baş a azadî, edalet û demokrasiyê fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Di pîrozbahiyê de gelek komên ku di nav de Koma Dayikan, Koma Zemara û Navenda Kantona Firatê Baqî Xido derketin ser dikê.