Li Reqayê mayin teqiya: Herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Reqayê di wesayîteke ku zêdeyî 20 kes tê de bûn de mayin teqiya û di encamê de 16 kes jiyana xwe ji dest dan.

ÊRÎŞÊN DAÎŞ’Ê

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), zêdetirî 20 kesan ji bo komkirina kuvarkan li erebeyeke biçûk siwar bûn. Di encama teqîna mayina çeteyên DAÎŞ’ê de 16 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku di wesayîtê de zêdetirî 20 kes hebûn.

Di 25’ê Sibatê de li Reqayê di encama teqîna mayinekê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Çeteyên DAÎŞ’ê di 6’ê Adarê de li bejahiya Dêrazorê êrîşî welatiyên kuvarkan kom dikirin kiribû û 18 kes qetil kiribûn.