4 endamên Heyva Sor a Kurd jiyana xwe ji dest dan

Di qezaya ku duh li Dêrezorê qewimî de 4 endamên Heyva Sor a Kurd jiyana xwe ji dest dan.

QEZAYA TRAFÎKÊ

Heyva Sor a Kurd ragihand ku di qezaya duh a li Dêrezorê de endamên Heyva Sor a Kurd Lûay Mihemed Bekir, Hesen Ebdulrehman Heydo, Mihemed Ebdullah El-Osman û Elî Osman El-Casîm jiyana xwe ji dest dane.

Heyva Sor a Kurd got, "Em weke Heyva Sor a Kurd êşa malbatan parve dikin û ji wan re sebrê dixwazin. Her çar hevalên me jî wê di dilê me de bijîn."

AGAHIYÊN NASNAMEYAN

Nasnameyên kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Luay Mihemed Bekir

Navê dayikê: Ezîze Mihemed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Til Temir-1994

Dîroka tevlîbûna Heyva Sor a Kurd: 2018

******

Hesen Ebdulrehman Heydo

Navê dayikê: Zerka Elî

Cih û dîroka jidayikbûnê: Dirbêsiyê - 1983

Dîroka tevlîbûna Heyva Sor a Kurd: 2020

******

Mihemed Ebdullah Al-Osman

Navê dayikê: Afaf El-Osman

Cih û dîroka jidayikbûnê: Tel Şeeb 2000

Dîroka tevlîbûna Heyva Sor a Kurd: 2024

******

Elî Osman El-Casim

Navê dayikê: Enûd

Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrezor - Hemar El-Elî 1987

Dîroka tevlîbûna Heyva Sor a Kurd: 2024