Cenazeyê şehîd Rohat Hesekê hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Rohat Hesekê yê duh li Dêrezorê şehîd bû, li Amûdê hat veşartin.

MERASÎMA VEŞARTINA ŞEHÎDAN

Şêniyên Amûdê, endamên saziyên sivîl û leşkerî berê xwe da Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl û şervanê QSDˊê Silêman Xelef (Rohat Hesekê) ku di 12ˊyê Adarê li Dêrazorê de şehîd bû, bi merasîmekê veşartin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Mihemed Colî fedakariyên şehîdan pîroz kir û got: "Vî gelî di oxira azadiyê de tiştên herî giranbuha da û di oxira serkeftin û parastina destkeftiyan de amade ye her tiştî pêşkêş bike."

Colî soza şopandina rêça şehîdan û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan da.

Di dawiyê de wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.