BI DÎMEN

Li Kobanê bi boneya 8'ê Adarê gorên şehîdan hatin ziyaretkirin

Li Kobanê di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de îro li goristana Şehîd Dicle ya li başûrê Kobanê şehîd hatin bibîranîn û li ser gorên şehîdan find hatin pêxistin.

Li kantona Firatê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jina Kedkar a Cîhanî û ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê, li goristana Şehîd Dicle ya li başûrê Kobanê gorên şehîdan hatin ziyaretkirin.

Li ser gorên şehîdan ji bo şehîdên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê, rêvebera Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl axivî. Sara Xelîl 8’ê Adarê li Rêber Apo, jinên di nava têkoşînê de ne û û jinên cîhanê pîroz kir û got; " Zihniyeta desthilatdar 129 jinên tenê doza mafê xwe dikirin di kargehê de şewitandin. Lê desthilatdar bi şewata wan 129 jinan xwest ku êdî jinê qir û tune bike.  Lê piştî ku gelek jin rabún ew roj bû roja jin a cîhanî. di hemû rojan de tenê rojek ji jinan re veqetandin, lê Rêber Apo got, ne tenê rojek divê hemû roj ên jinan be."

Piştî axaftinê li ser gorê şehîdan find hatin pêxistin.