Li Minbic û Şedadê ji bo Abdullah Ocalan kampanyayên îmzeyan hatin destpêkirin

Li bajarên Minbic û Şedadê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyayên îmzeyan hatin destpêkirin.

Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê  ragihand ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanya îmzeyan dane destpêkirin.

MINBIC

Di daxuyaniya li ber avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê de hat dayîn de bal kişandin ser 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan û hat gotin ku komploger hewl didin fikrên Abdullah Ocalan tune bikin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev hewldan bi berxwedana Abdullah Ocalan hatiye pûçkirin.

Di daxuyaniyê de bang li hemû gel û endamên însiyatîfê yên ku piştgiriya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dikin û nirxên exlaqî esas digirin hat kirin ku beşdarî kampanya îmzeyan bibin.

ŞEDADÊ

Li navçeya Şedadê ya Minbicê gelek sazî û partiyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanya komkirina îmzeyan dan destpêkirin.

Endamê Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mehedî El Dixim di daxuyaniya li pêşiya Meclîsa navçeya Şedadê hat dayîn de ragihand ku xebatên komkirina îmzeyan li navçeyê û derdora wê dest pê kirine.

Dixim destnîşan kir ku komîteya ku ji sazî û endamên partiyan di çarçoveya pêngava Abdullah Ocalan a ji bo azadiya fizîkî pêk hatiye dê li herêmê dest bi xebatê bike û diyar kir ku armanca wan li navçe û derdora wê komkirina milyonek îmzeyan e.

Di daxuyaniyê de banga tevlîbûneke xurt a kampanyayê hate kirin, hate gotin ku encamên ku komîteyê bi dest bixin wê ji saziyên mafên mirovan re bên şandin.