Rûsya li baregeha leşkerî ya Tirk da

Balafireke şer a Rûsyayê, bombe li barekeke leşkerî ya Tirkiye ya li Çiyayê Şêx Berekatê barand.

Balafireke şer a Rûsyayê baregeha leşkerên Tirk a dagirker a li çiyayê Şêx Berekat ê navçeya Daret Îze yê gundewarê rojavayê Helebê kir hedef. 6 caran li baregehê hatiye dayîn.

Hate ragihandin ku êrîş hewmwextî civîna fermandarên çeteyên Heyet Terhrîr El-Şam û çeteyên dewleta Tirk a dagirker Tirk pêk hatiye.

31'ê meha borî jî balafirên şer ên Rûsya navenda perwerdeyê ya çeteyan a li gundê Îska yê Şêrawayê bomebebaran kir.