Rûpela destpêkê ya berxwedana Kobanê: Serzûrî

Di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de bi dehan destanên lehengiyê hatin nivîsandin. Yek ji van jî li dibistana seretayî ya gundê Serzûrî yê Kobanê ji aliyê 12 ewladên Kurd ve hate nivîsandin.

Gelek ji wan di şer de hîn nû bûn. 12 şervan li dibistana gundekî biçûk, bi çekên ferdî li dijî bi sedan çeteyên DAÎŞ'ê yên bi tank, panzer û çekên giran 36 saetan li ber xwe dan. Destaneke mezin a berxwedanê li pey xwe hiştin. DAÎŞ'ê bi piştgiriya dewleta Tirk piştî ku Mûsil, Şengal, Reqa û Tebqa dagir kir, bi çekên giran û cebilxaneyê, bi rengekî ji xwe bawer ji bo dagirkirina kobanê êriş bir ser gundêr Serzûrî. Nîşaneya destpêkê ya berxwedana Kobanê jî li vir hate destnîşankirin. Ji ber vê yekê berxwedana Serzûrî di nava gelê herêmê de weke 'rûpela destpêkê ya berxwedana sedsalê' tê pênasekirin. Dema ku qala şerê dijî DAÎŞ'ê tê kirin wiha tê gotin: berî û piştî Serzûrî. Bi berxwedana Serzûrî re xelkê herêmê êdî fêhm kir ku şer li dijî DAÎŞ'ê dikare bê kirin. Şervanên Serzûrî heta bombeyên xwe yên dawî şer kirin; bombeyên dawî jî kişandin, hev hembêz kirin û bi qîrîna dirûşmên dilsoziya bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re şehîd bûn.

ÊRIŞA MEZIN A DI MEHA ÎLONÊ DE HATE KIRIN

Kobanê 11 mehan di nava dorpêçiya çeteyên DAÎŞ'ê de ma. Di nava vê demê de bi êrişên cuda hewl da dagir bike. Her carê jî şervanên YPG û YPJ'ê ev êriş têk birin. DAÎŞ'ê dema ku Mûsil dagir kir, bi tank, top û çekên giran ên artêşa Iraqê li dijî herêmê dest bi êrişeke giran kir. 13'ê Îlonê seferberî hate ragihandin û şer dest pê kir. Dewleta Tirk têlên li ser sînor rakir û çeteyên DAÎŞ'ê bi cebilxaneyan ji sînor derbasî nava gundan bû. Êdî her kesî fêhm kir ku ev ne tenê şerê DAÎŞ'ê bû, di heman demê de şerê dewleta Tirk ê li dijî Kurdan bû. Li ser vê yekê xelkê li Bakurê Kurdistanê li dijî vê plana dewleta Tirk kete nava liv û tevgerê. Ji her bajarekî Bakurêw Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê mirovan guh dan banga ji bo Rojava û berê xwe dan herêmê.

Şeva 15'ê Îlonê şerê mezin dest pê kir. DAÎŞ'ê di heman demê de êriş bir ser Nebo, Qizeli, Bîrkêtkê, Serzûrî û gundên din. Gundê Dinayîkê dagir kir. Ev gund li binê gundê Xane û li ser sÎnorê Bakurê Kurdistanê ye. Lewma li cihekî stratejîk e. Piştî ku ev der dagir kir êriş bir ser gundê Serxurî. Heman rojê êriş bir ser Xerûs, Kunheftar, Aşmê, Zêrik, Talik, Cadê û gelek gundan. Rojek beriya wê li Eniya Ebû Sira li gundên Korik û Leqlqeo şer diqewimî. Di heman demê de bi çekên giran êriş birin ser gundê Xerusê yê li aliyê başûr. DAÎŞ'ê 3 sê baskan ve êrişî Kobanê kir; armanca wan ew bû ku di nava çend rojan de Kobanê dagir bikin. Di navbera şervanên YPG/YPJ û DAÎŞ'ê de 16'ê Îlonê li gundên Talik, Cibil El Ferec, Durguman û Borazê şer qewimî. Li rojhilatê herêmê li gundên Serzûrî, Cirin, Kopirlik, Bîrkêtik, Saronc û Qizelî şerekî giran qewimî. Li gel hezaran çete, 40 tank û gelek çekên giran DAÎŞ'ê derbên giran xwar. Hate nîşandan ku ev der ne mîna Mûsilê û Reqayê ye, ne mîna Şengalê ye ku xiyanet lê hate kirin.

DESTANA SERZÛRÎ

Gundê Serzûrî gundekî li rojhilatê Kobanê ye, bi 37 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e. Li ser xeta Girê Spî ye. Tevî ku gundekî biçûk e ji ber cihê lê ye, stratejîk e. DAÎŞ'ê bi dagirkirina vî gundî wê eniya başûr a Kobanê parçe bikira, gundên li rojhilat jî hîn bi hêsanî kontrol bikira. Her wiha dixwestin ku şervanên YPG û YPJ'ê ji sînorê Bakurê Kurdistanê dûr bixînin. Bi vî rengî wê dewleta Tirk bi hêsanî karîbûya alîkarî bida çeteyên DAÎŞ'ê. Lewma Serzûrî û gundên din gelekî girîng bûn. Bêguman dema qala Serzûrî tê kirin, mebest ji berxwedana 12 fedayiyan e ku di dîrokê de mînakên xwe kêm hatiye dîtin. 12 ewladên gelê Kurd bi moral û coşeke mezin pîmê bombeyên xwe kişandin û xewn û xeyalên dagirkeran ên ji bo bêrûmetkirina gelê Kurd û gelê herêmê ji holê rakirin. Şervanên ku li vî gundî li ber xwe didan haya wan ji vê yekê hebû. Eger Serzûrî biketa, DAÎŞ'ê wê sivîlên li vê derê hemû bi xwînxwarî qetil bikira. Ji ber vê yekê jî bi çekên sivik jî li dijî tankê DAÎŞ'ê şer dikirin.

12 şervanên di bin fermandariya Rodî Efrîn û Peyman Tolhildan de biryara xwe dabûn. Çi dibû bila bibe wê DAÎŞ bi hêsanî neketibûya vê herêmê. Eger ketibûya tenê di ser bedenên wan re wê karîbûna vê bikira. Çeteyên DAÎŞ'ê şeva 15'ê Îlonê saet di 03:00 de gihîştin gundê Serzûrî. Balafirên keşfê yên dewleta Tirk jî li ser sînor digeriyan û liv û tevgera şervanên li Serzûrî kontrol dikirin. Bala her kesî li ser eniya rojhilat bû ku wê rêveçûna şer biguherta. Destpêkê tenê 7 şervan li gund hebûn. Piştre 3 şervanan cebilxane ji wan re birin û ew jî tevlî berxwedanê bûn. Biryardariya ji bo berxwedanê mezin bû, her kesî li ser cîhaza ragihandinê şahidî ji berxwedana mezin a şervanan re dikirin. Tevî ku li her derê şerekî giran û êriş hebûn jî du şervanên din bi şer û di bin bombardûmanê de xwe gihandin herêmê û tevlî berxwedanê bûn. Şervanekî din jî dema ku cebilxane ji berxwedêran re dibir şehîd bû.

Piştî çend saetan DAÎŞ bi 3 tank û hin çekên giran gihîşt gundê Serzûrî. Fermandariya Herêmê ya YPG'ê jî hate nêzî cihê gund û hewl dida bi du tîmên şervanan ji du baskan ve bi pêş biçe û şervanan ji nava dorpêçiyê rizgar bike. Lê belê hejmara DAÎŞ'iyan gelekî zêde bû bû bi çekên giran rêyên ber bi gund hemû girtibûn. Beriya wê bi çend saetan, fermandariyê ji şervanan xwestibû ku xwe vekişînin, lê belê şervanan ev ferman red kirin û gotin, 'Em xwe venakişînin, eger çete wê bi pêş ve biçin, tenê divê pê li bedena me bikin û vê bikin. Em ê destûrê nedin ku çete bi hêsanî welatê me dagir bikin. Em ê dilê wan xweş nekin ku bi rengekî hêsanî vê derê dagir bike'. Ji bo DAÎŞ temamiya gund dagir neke bi saetan şer kirin. Wan coş û morala xwe ya mezin di ser bêtêlê re nîşan didan ku DAÎŞ'ê derbên giran dixwar. Ji ber vê yekê bi sedan çeteyên li gundên derdorê berê xwe didan Serzûrî. Ji çeteyan hebû ku bi sedan şervan li hemberî wan şer dikin. Halbûkî tenê 12 şervanan bi çekên sivik şer dikirin û cebilxaneya wan jî li ber qedandinê bû.

'PIŞTGIRIYÊ NEŞÎNIN, BILA HEVAL ŞEHÎD NEKEVIN'

Dema ku Fermandariya Herêmê xwest piştgiriyê bişîne gund, Fermandar Rodî li ser cîhaza ragihandinê wiha digot, "Kesî neşînin vê derê, hevalan neşînin, hevalekî jî neşînin, bila şehîd zêde nebin, em têra xwe dikin. Dijmin dor li gund girtiye, eger em karibin em ê xwe rizgar bikin, em naxwazin ku heval bikevin kemînê. Em ê heta dawiyê şer bikin. Eger şehîd bikevin jî em ê bi serbilindî şehîd bikevin."

Di heman demê de dengê tilîliya şervanên jin dihat. Bi tilîliyên xwe moral didan hevrêyên xwe. Her ku şervanên jin tilîlî dikirin, çeteyên DAÎŞ'ê jî dîn û har dibûn.

ŞERÊ LI DIBISTANÊ

Şer giran dibû. Hejmara DAÎŞ'iyên ketin gund zêde dibû. Cebilxaneya şervanan li ber qedandinê bû. Êdî li eniyeke berfireh nikarîbûn şer bikin. Ji ber vê yekê neçar man ku bikevin dibistana gund. Dema ku şervan ketin hundirê dibistanê zêdeyî 200 DAÎŞ'iyan dor li dibistanê girtin. 3 tank nêzî dibistanê bûn, piştre ketin hewşa dibistanê. DAÎŞ'iyan di her gavê de bi çekên giran li dibistanê dixistin, piştre jî bombeyên destan diavêtin pêşiya xwe, bi çekên BKC û doçka li pêşiya xwe direşandin. Tevî vê yekê jî şervanên Kurd nedihiştin ku ew bikevin hundirê dibistanê. Fermandariya Herêmê li ser cîhaza ragihandinê timî diyalog bi şervanan re datanîn. Şervanan digotin, 'Çi dibe bila bibe berxwedan wê nesekine'. Fermandarî ji aliyekî ve bi şervanan re diaxivî, li aliyê din jî hewl dida wan ji wê derê rizgar bike. DAÎŞ'ê li ser cîhaza ragihandinê banga teslîmiyetê dikir, digot 'Werin teslîm bibin. Em ê tiştekî bi we nekin. Dora wa bi tankan hate pêçandin, êdî çareya we nemaye'. Şervanan jî digotin, "Em ê teslîmî we nebin. Em şervanên Rêber Apo ne. Hûn ê ti carî nikaribin Kobanê dagir bikin. Kobanê ne Mûsil e, ne Şengal e. Em milîtanên partiya şehîdan e. Em şehîd bikevin jî hevrêyên me wê têkoşîna me dewam bikin."

FERMANDARÎ JI QENALA GIŞTÎ YA CÎHAZA RAGIHANDINÊ DIGERE

Fermandariyê biryardariya şervanan a di berxwedanê de dît û her ku şervanên li eniyên cuda li ser bêtêlê li berxwedêran guhdarî dikir, bi israr dixwestin biçin gundê Serzûrî. Şervanên li eniyên din dest ji eniya xwe berdidan û hewl didan biçin gund. Piştî ku fermandariyê ev dît, neçar ma ku qenala bêtêlê biguherîne û qenaleke taybet çêkir. ('Qenala 5'emîn'. Ev qenal her tim ji bo berxwedêr û xelkê Kobanê weke sembola berxwedana Serzûrî) tê naskirin. Ji xwe wê demê sê koman hewl dan xwe bigihînin Serzûrî. Li gel hewldanên xwe jî nekarîn dorpêçê bişikînin û bikevin nava gund. Her wiha berdêl çi dibû bila bibe amadekarî dewam dikir ku dorpêçî bê şikandin û şervan bêne rizgarkirin.

GOTINÊN DAWÎ YÊN ŞERVANAN

Şervanên Serzûrî li dijî DAÎŞ'ê berxwedaneke mezin nîşan dan. Her der hatibû dorpêçkirin, bi sedan DAÎŞ'î tevî tankan li dora dibistanê bi cih bûbûn. Moralê şervanan kêm nedibû, heta kêliya dawî bi moral û coş bûn, moral didan derdora xwe. DAÎŞ nikarîbû bikeve nava dibistanê. Şervanan heta kêliya dawî diyaloga xwe ya bi fermandariyê re qut nekir. Her carê dilsoziya xwe ya bi vê xakê, gel û şehîdan re dubare dikirin.

Fermandar Peyman: Ez ê destûrê nedim ku çete destê xwe dirêjî guliyên porê min bikin, pê bilîzin û kêfxweş bibin. We hînî me kirin ku şoreş bi rûkenî ber bi şehadetê ve diçin. Çawa ku hêviya me beriya niha zêde bû, hîn jî zêde ye. Em zanin û pê bawerin; çeka me wê li erdê nemîne. Hevalên li pey me bên wê çeka me hildin û tola me hilînin.

Fermandar Rodî: Teslîmiyet bêrûmetî ye. Em ê vê yekê ti carî ji bo xwe qebûl nekin.

Ciwan Heval: Ez bi lehengî tevlî şoreşê bûm. Dixwazim bi lehengî jî şehîd bikevim. Ez hevalên li tabûrê hemûyan yek bi yek maçî dikim. Ji hevalên min re bêjin, min nekarî wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi têrkerî bi cih bînim. Ji roja ku tevlî bûm heta niha bi têrkerî nekarî bersivê bidim pêwîstiyên şoreşê, lewma lêborînê ji we hemûyan dixwazim. Min gelekî dixwest bibim milîtanekî Rêber Apo yê li pey heqîqetê, lê belê min nekarî kesayetiya xwe bi temamî bikim kesayetiya partiyê. Ji ber vê yekê jî rexnedayina xwe didim.

Şervanên din jî heman tişt anîn ziman û lêborîn ji hevalên xwe dixwestin. Digotin, "Eger me kêmasî li hemberî hevalên xwe kiribin, em lêborînê dixwazin. Bila heval me efû bikin. Ji bo fermandarên xwe jî em vê dibêjin, 'Me fermana we bi cih neanî û xwe venekişand. Ji ber vê yekê jî li qisûrê nenihêrin. Hûn bi vê jî zanin, cara yekê ye ku me guh nedan fermanê."

DAÎŞ'Ê AGIR BERDA DIBISTANÊ

Di nava berxwedana ji 36 saetî de zêdeyî 100 çeteyên DAÎŞ'ê hatibûn kuştin. Ji ber vê yekê DAÎŞ'ê planeke nû çêkir. Qatê destpêkê yê dibistanê bi temamî bi çekên giran hilweşand û agir berdan dibistanê. Bi bombeyên destan jî hewl dan pêşiya xwe vekin. Şervanên li qadê duyemîn ê dibistanê nedihiştin ku DAÎŞ'î bigihêjin qadê duyemîn. Piştî cebilxaneya şervanan qediya, çekên xwe parçe kirin. Piştre jî bûn xelek û hev hembêz kirin. Beriya ku dengê wan ji cîhaza ragihandinê qut bibe wiha gotin, "Em deyndarê gelê xwe ne, deyndarê welatê xwe ne, deyndarê berxwedana Kobanê ne, destûrê nedin ku dijmin bikeve Kobanê."

Piştî dengê pîmê bombeyê têkiliya navbera şervanan û fermandariyê qut bû. 16'ê Îlonê saet di 16:30'î de 12 şervan, 12 ewladên gelê Kurd; Rodî Efrîn, Peyman Tolhildan, Baran Perwer, Ciwan Heval, Rustem Cûdî, Gulîstan Qendîl, Mizgîn Cûdî, Hebûn Kobanê, Berçem Cûdî, Berfîn Çiya, Berxwedan Batman, Serxwebûn Xerîb, Bawer Sîpan. Pîmê bombeya xwe kişandin û canê xwe li dora Kobanê kirin xelekek ji berxwedanê. Ew bûn 12 siwarên berxwedan û serketina Kobanê.

* Ji pirtûka Destana Serzûrî ya ji aliyê Navenda Ragihandin Çapemaniya YPG'ê ve hatibû weşandin sûd hate wergirtin.