Rojnamevan Ekîncî: Dagirker nikarin bi me
Yek ji rojnamevanên ku di 13'ê Cotmehê de ji ber êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li Serêkaniyê birîndar bû Mehmet Ekîncî bû. Ekîncî diyar kir ku dagirker nikarin bi wan.
Yek ji rojnamevanên ku di 13'ê Cotmehê de ji ber êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li Serêkaniyê birîndar bû Mehmet Ekîncî bû. Ekîncî diyar kir ku dagirker nikarin bi wan.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker 13’ê Cotmehê saet 15:40’î bombe li konvoya sivîlan a ji Cizîrê berê xwe didan Serêkaniyê barandin.
Li gel nûçegihanê ANHA Seed Ehmed nûçegihanê Çira TV Mihemed Hise Reşo 12 sivîl şehîd bûbûn. 8 rojnamevan jî di nav de 73 sivîl jî birîndar bûbûn.
Li gel nûçegihanê ANF’ê Ersîn Çaksû, nûçegihana Stêrk TV Emel Yûnis, nûçegihanê Nort Press Dilsoz Dildar, rojnamevan Bîrcan Yildiz, Rojbîn Ekîn, Abbreşîd Mihemd Mihemed, nûçegihanê Rûdaw Huner Ehmed jî nûçegihanê ANHA'yê Mehmet Ekîncî yê birîndar bûbû ji ANF’ê re axivî.
Ekîncî diyar kir ku ew 5 roj bûn ku berxwedan dişopandin, destnîşan kir ku li gel êrîşên dijwar ên li herêmê, berxwedaneke bi heybet hebû û got: “Wê rojê em ji bo welatiyên ji bo xwedî li gelê Serêkaniyê û şervanên QSD’ê derbikevin û silav bikin bibînin li wir bûn. Dema konvoy di navbera saet 15:00-16:00’an de gihiştibû bajar, balafirên şer bombe li sivîlan barand.
Ekîncî anî ziman ku armanca dewleta Tirk a dagireker ew e ku bi qetlîam, qirkirinê dixwazin xwediyê herêmê yên xwecihî koçber bikin, li pêş çavê hemû cîhanê kiryarên wiha kirin, ji bo hezên ku hevkariya wê dikin şermeke. Ekîncî da xuyakirin ku dewleta Tirk bi çi rêbazê bikin wê nikaribin bi wan, wê li vir rojnamevaniyê bike û rastiyam bi domdarî ragihîne.