Rojeva Astanayê Îdlib e, ya Eyn Îsayê jî paşeroja Sûriyeyê ye

Rûsya, Îran û Tirkiye wê 28-29'ê Mijdarê li ser mijara Sûriyeyê cara 11'an li Astanayê li hev rûnên. Tê payin ku Rûsya di vê hevdîtinê de meseleya Îdlibê deyne ber Tirkiyeyê. Heman rojê wê mûxalîfên Sûriyeyî jî li Eyn Îsayê li hev rûnên.

Nûnerên dewletên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê xwe amade dikin ku 28-29'ê Mijdarê li ser Sûriyeyê cara 11'an li Astanayê li hev rûnên. Di heman demê de jî komên mûxalîf ên Sûriyeyî û kesayetên serbixwe wê li bajarê Eyn Îsa yê Bakurê Sûriyeyê li hev rûnên.

Komxebata ku bi pêşengiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) tê lidarxistin, cara duyemîn e pêk tê. Tê payin, ji hemû herêmên Sûriyeyê bi dehan partiyên siyasî, tevger û kesayetên serbixwe yên mûxalîf, nêzî 90 delege tevlî bibin. Beşdarên komxebatê wê li ser mijarên, "rewşa însanî, modela rêveberiyê, rewşa aborî, destûra bingehîn a nû, rewşa jinê û mijarên muşterek ên navbera mûxalîfan" biaxivin.

Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya MSD'ê Ferhad Hemo li ser komxebatê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, biryara lidarxistina vê komxebatê di komxebata beriya niha de hatibû girtin.

Hemo got, "Armanca me ya bingehîn ew e, ku em van rêxistin û kesayetên Sûriyeyî nêzî hev bikin û hin xalên hevpar bibînin. Hema bêjin ji hemû herêmên Sûriyeyê, wê 90 kesên ku ji nûnerên gelek rêxistinên siyasî û kesayetên serbixwe pêk tên, beşdarî vê komxebatê bibin."

Hemo diyar kir, 6 xalên bingehîn ên komxebatê hene û ev agahî da: "Ev mijar jî wiha ne: rewşa însanî ya li Sûriyeyê, nîqaşên li ser modela rêveberiyê ya Sûriyeyê, rewşa aborî ya li Sûriyeyê, desûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê, rewşa jinên Sûriyeyî, rê û rêbazên hevkariya rêxistinên mûxalîf ên Sûriyeyî."

Hemo bal kişand ser civîna li Astanayê û got, "Heta niha timî li derveyî Sûriyeyê li çareseriyê geriyan, ya jî bi hêzên cuda re li çareseriyê geriyan. Lê belê ji bo çareseriya meseleya Sûriyeyê, em welatiyên wê li ser xaka xwe li hev dicivin û nîqaş dikin. Heman rojê wê Îran, Tirkiye û Rûsya li Astanayê li hev rûnên li ser mijara Sûriyeyê. Lê li wê derê ne rejîm heye, ne jî mûxalîf. Em ne bawer in ku pirsgirêka Sûriyeyê bi vî rengî çareser bibe. Em dibêjin, werin em vê pirsgirêkê di nava xwe de hal bikin."

ROJEVA BINGEHÎN A ASTANAYÊ WÊ ÎDLIB BE

Rojeva bigehîn a rayedarên dewletên Rûsya, Îran û Tirk ên li Astanayê li hev rûnên, wê Îdlib be. Rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê meha Îlonê dest bi amadekariyên operasyona li Îdlibê kiribûn û meha Cotmehê piştî ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li Soçiyê li hev rûniştin, operasyon hatibû taloqkirin.

Tê gotin, rojeva bingehîn a hevdîtina sibê ya li Astanayê wê Îdlib be. Li gorî agahiyan, wê Rûsya soza dewleta Tirk deyne ser maseyê ku di civînên beriya niha de dewleta Tirk gotibû wê 'komên çekdar ên li Îdlibê ji hev cihê bike'.

Civîna yekemîn a li paytexta Kazakîstan Astanayê, 23'ê Çileya 2017'an de hatibû kirin. Tirkiye, Rûsya û Îran 9 caran li Astanayê li hev civiyan û civîna dehemîn jî li bajarê Soçî yê Rûsyayê pêk hatibû.

Ji sala 2011'an û ve qaşo di bin navê 'çareseriya siyasî û dîplomatîk' a krîza Sûriyeyê de heta niha zêdeyî 50 civîn û hevdîtin li Cenevre, Viyana, Munchen, Astana, Riyad, Qahîre û Soçiyê hatine lidarxistin. Lê ev hemû hevdîtin, ji bilî dijwarkirina şerê li Sûriyeyê bi kêrî tiştekî nehatine.