Rojek li navenda Reqayê

Şerê li Reqayê ku mal bi mal, kolan bi kolan tê meşandin, ber bi dawiyê ve diçe. Di nava şervanên QSD'ê de ruhekî xurt ê hevgirtinê û moraleke mezin heye.

Çavreş ajokarê panzerê ye. Rojê bi dehan caran diçe navenda bajêr û vedigere. Her tax û kolanên bajarê Reqayê ji ber ve dizane. Em li wesayita wî siwar bûn û berî ku em jê bipirsin, navên taxan ji me re got. Qala bûyerên bi serê wî ve hatî kir.

Şer her şer e, lê şerê Reqayê û yê li hemberî DAIŞ'ê cuda ye. Cudabûna xwe  ji ber bajarekî mezin û avahiyên xwe piranî bilind in û ya herî balkêş jî; DAIŞ'ê ev bajar ji xwe re kiribû navend û paytext. 

Lewma li her kolan û malekê şerekî dijwar qewimiye. Avahiyên rûxandî, şop û şûna guleyan  berçav û diyar in. Em gihiştin navenda bajêr, li gel komek ji şervanan ku piraniya wan ji Efrînê bûn. 

Em li nêzî kolana Ferdos û nexweşxana niştîmanî bûn. Lorî şervanan ji me re gotin, gelek çete di nexweşxanê de hene û sivîl jî weke dîl girtine. Lewma pir baldar û nazik nêzî nexweşxanê dibûn. 

Dengê guleyan ji her çar aliyê me dihat. Li ser bêtêlê deng dihat ku çeteyan êrîşî taxên rojhilat Sînaha, Mişleb û Reqasemra kirine. Lê li gorî  fermandarê tabûrê Araz Hesekê ji me re got, ew êrîş hemû şikestin û zêdeyî 40 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Fermandar ji me re got, her ku ew herêmê li DAIŞ'ê teng dikin, ew jî dîn û har dibin û bi hemû derfetên xwe êrîş dikin û tên kuştin. 

Li her avahiyekê, şervan hebûn. Me sivîl pirsîn, gotin ew sivîlên ku xwe ji nav lepên DAIŞ bi dizî xelas dikin pir kêm in. Û me jî piştre komeke sivîlên nû hatî rizgarkirin dîtin. Piranî qala kêmxwarin û vexwarin dikirin û çawa DAIŞ pariyê ber devê wan bi zorê ji wan distand û telîzariya ku çawa xwe ji DAIŞ xelaskirin kirin. Ev bû zêdeyî du meh in Reqa dorpêç kiriye. Dengê guleyan û topan qet ranaweste. 85 ji sedî yê bajêr hatiye rizgaririn. Li gorî texmînan, di nava mehekê de wê temamiya bajarê Reqayê ji DAIŞ bê paqijkirin.