'Rojbûna Rêber Apo bû hebûna jinan'

“Rêber Apo ji bo me dil, ruh û can e. Rêber Apo bû ronahî û hebûna jinan, Rêber Apo bû bihar û jiyana me şîn kir.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Kurdan bû destpêka jiyana nû û li hemberî qirkirin û tunekirinê bû çirûska jiyanê. Bi nêzbûna 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dayika bi navê Hemîde Elûş ji ANF’ê re axivî.

‘RÊBER APO BÛ HEBÛNA JINAN’

Hemîde Elûş di destpêka axaftina xwe de, ev tişt got: “Em deyindarê Dayika Uveyş in ku Rêberekî mîna Rêber Apo aniye dinê. Em rojbûna Rêber Apo li tevahî gelan û li jinan pîroz dikin. Rêber Apo ji bo me bû ronahî û bû hebûna jinan, ji bo me bû dil û rih û can, bû çirûsk û pêket, bû rê û rêbaza me.”

‘RÊBER APO BÛ BIHAR Û JIYANA ME ŞÎN KIR’

Dayika Hemîde derbarê hatina Abdullah Ocalan a li Kobanê jî wiha bilêv kir: “Hatina Rêber Apo weke biharekê jiyana me ji nû ve şîn kir. Çawa ku niha bihar e û dinya bi gulan hatiye xemlandin, Rêber Apo jî weke biharekê bû û di jiyana me de gul ji nû ve şîn kir. Kêfxweşbûneke nayê pênasekirin ku me Rêber Apo di nav xwe de dît, em di wê hêviyê de ne ku em Rêberê xwe bi azadiya fîzîkî jî di nav xwe de bibînin û di nav xwe de wî hembêz bikin.”