'Rojava şoreşa cîhanê jî pêkan dike'

Şervana Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (BOG) Îmera Fereya Yeşîlgoz li ser misyona Tabûra Enternasyonal a Reqayê û pêngava Reqayê bersiv da pirsên ANF’ê.

Şervana  BOG’ê Yeşîlgoz diyar kir ku Şoreşa Rojava şoreşa dinyayê jî pêkan dike û di nav çepgiriyaTirk jî rê li ber geşbûnekê vekiriye. Têkildarî pêngava Reqayê Yeşîlgoz got: ‘’Em pêngava Reqayê ji faşîzma AKP’ê bêrî nafikirin. Li vir her ku em derbekê lê dixin, her çeteyê ku li vir em dikujin, di rastiya xwe de ew derb in ku li Tirkiyê û li dinyayê li DAIŞ’ê dikevin’’ û bang kir ku hemû gelên çewisandî tevlî nav refên karkeran bibin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê ya bi pêşengiya YPG, YPJ û QSD’ê berdewam dike. Di nav QSD’ê de gelek hêz tevlî pêngavê bûne. Yek ji van jî Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal e ku di nav xwe de gelek rêxistinên şoreşger, sosyalîst vedihewîne. Di nav Tabûrê de BOG jî heye.

Şervana BOG’ê Îmera Fereya Yeşîlgoz li ser misyona Tabûrê ya li Reqayê û li ser pêngava Reqayê bersiv da pirsên ANF’ê.

‘JI ÇÎNÊ TA BI DENMARKÊ ŞERVANÊN ME HENE’

Li Rojava Tabûra Enternasyonal ji kengî ve têdikoşe?

Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (BOG) beriya bi 3 salan ava bû. Di van sê salan de jî Rojava jî di nav de li başûr, bakur li gelek qadan têdikoşe. Li Rojava jî di nav Tabûra Enternasyonal de ye.

Tabûra Enernasyonal beriya bi 2 salan ava bû. Ev 2 sal in li Rojava bi aktîf tevlî pêngavên dijî DAIŞ’ê dibe.

Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal xwe weke parçeyek ji têkoşîna li Rojava û Rojhilata Navîn pênase dike, li hêla dî jî xwe enternasyonal bin av dike, ev jî nîqaşan bi xwe re tîne. Heke parçeyek ji vê têkoşînê be çima ji xwe re ‘enternasyonalîst’ dibêje?

Di nav xwe de jî me têgîna enternasyonal daye ber pirsan. Heke em parçeyên vê xakê tevlî qada têkoşîna xwe nebînin. Ango derbasbûna ji Efrînê heke li Antakya dibe sedema teqîna bombeyekê, yan jî bi tirên lojîstîk ên ku ji Tirkiyê tên heke çeteyên li vir werin xwedîkrin, têkoşîna ku em li vir didin, ji ber  ku paşverûtiya welatê ku em lê dijîn jî bi paş ve dixe û ji ber ku tinekirina wê jî daye ber xwe, em jî têgîna enternasyonal qebûl nakin, em dikarin ji bo avanîbûna xwe bibêjin.

Ev têgîna azadiya enternasyonalîst di rastiya xwe de pênaseya navnetewî vedihewîne. Hevpariya hêzên azadiyê ne ku hemû hêzên şoreşger ên dinyayê, saziyên cihê têne cem hev, yekîtiya gelên cihê dinimîne. Tabûra Enternasyonal bi misyoneke wiha rabûye. Tevlêbûna şoreşgerên ji welatên din sempatiyekê bi xwe re tîne. Her wiha ji ber ku em li xaka Rojhilata Navîn dijîn, geşedaneke li vir, an jî paşverûtiyek di cih de bersiva xwe dikare li Tirkiyê yan jî li welatekî dî yê Rojhilata Navîn bibîne. Lê her wiha ev rewş  dikare bandorê li Emrîka, Spanya û Ewropayê jî bike. Ji ber ku rêxistiniya Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst ji hêla gel ve û welatên dinyayê ve li ser zemîneke meşrû tê dîtin ev tevlêbûnê jî hêsan dike.

Mînak herî dawî hevalekî Çînî tevlî me bû. Ji Çînê, ji Denmarkê, ji Ingilistanê ji gelek deveran tên. E hemû Tabûra Enternasyonal a Azadiyê ye. Li vir ji avaniyên cihê, serbixwe hevalên anarşîst jî hene. Hin hevalên me yên ku tevlî grûbên ne mezin hene. Ji ber ku reseniya wan jî di nav xwe de vedihewîne û cihêtiya wan jî diparêze girîng e.

ŞOREŞA ROJAVA ÇAWA BANDOR LI ÇEPGIRYA TIRK KIR?

Ji destpêkê ve di nav Şoreşa Rojava de yî. Di vê şoreşê de te çi misyon daye ser milê xwe?

 Her çendî Şoreşa Roajva şoreşa gelên çewisandî jî be em ji şoreşa xwe ya sosyalîst cihê nabînin. Ji ber ku em parçeyek ji têkoşîna xwe jî dibînin em bi vê hişmendiyê şer dikin. Em li vir xwe ne tenê weke hêzeke piştgir lê weke hêza şer a serek xwe dibîninin. Belê em di nav YPG’ê de şer dikin, lê em xwe ne piştgirê hêz YPG’ê lê rasterast xwe hêzeke tifaqa stratejîk a şoreşê dibînin û wiha xwe bi cih dikin.

Mirov dikare bibêje ku bi Şoreşa Roajva tevgera şoreşger a Tirkiyê û çepgiriya Tirk hinekî komî ser hev bû?

Şoreşa Rojava û Rojhilata Navîn li vir di heman demê de nîşan îme da ku şoreşa dinyayê pêkan e. Serheviya çendanî ya vê şoreşê, bi geşedaneke çawaniyê herî beloq bi Şoreşa Roajva xwe diyar kir. Di vê rêxistinbûyina ev qas salan de yên di nav tevgera Şoreşa Tirkiyê de heke di pêvajoya şoreşê de jî bersivekê ji xwe re nebîne û dîsa bikeve nekeve nav pêvajoya xwe nûjenkirinê û di nav şoreşê de bi cih nebe wan jî dizanîbûn ku ev têkçûna wan e. Dema ku bi Şoreşa Rojava ji nû ve avakirina gelan pêk dihat, di rastiyê de çepgirên Tirk jî xwe pêk dianîn.

Bi vê avabûnê re gelek rêxistinên li Rojava bi cih bûyin, têkoşîna gelên çewisandî, jin, ciwan, zarokan bi bîreweriya ku têkoşîna wan e tevgeriyan. Bi esasî em dikarin vê bibêjin; em li vir têkoşîna azadiya xwe didin. Em parçeyek ji vê têkoşînê en. Di van xakên şoreşê de, di rewşeke wiha de ku bi îdeaya şoreşgerî jiyan didome, dûrbûna ji vê şoreşê, ji xwe dûrbûna ji hişmendiya şorşgerî ye. Em ji bo ku li ser vê xaka şoreşê, ji ber ku em şoreşger in û ji ber ku em şervanên şoreşê ne, ji ber ku ev bi rengekî vekirî diyar bû li vê xakê ne.’’

PÊNGAVA REQAYÊ

Niha tu di Pêngava Reqayê de cih digirî. Gelo tu dikarî piçekî qala girîngiya vê pêngavê bikî?

Piştî damezirandina me, em beşdarî gelek pêngavan bûn. Armanca me ev e ku, em tecrubeya li vê derê, di serî li Tirkiyeyê, li cîhanê belav bikin. Ji ber ku me karî em vê şoreşê belav bikin. Bi qasî ku em karibin bingehên avakirina li vê derê bi gelên din, bi gelên din ên bindest û axên din em bikin yek, di esasê xwe de bi qasî ku em karibin li vê derê mayînde bikin em hay jê hene û bi vê fikrê şer dikin.

Nirxandina Pêngava Reqayê ne dûrî faşîzma AKP’ê ye. Bi her derbeyeke li vê derê re, bi her çeteyekî ku tê kuştin re, li Tirkiye û cîhanê derbeyek in li ser avadaniyên DAIŞ’ê. Li Tirkiyeyê jî lêdana AKP’ê ye. Ji ber ku îro herî zêde AKP piştgiriya DAIŞ’ê dike. A rast ji piştgiriyê wêdetir damezirînerê wê ye, ji ber ku em qala faşîzmeke hevpar dikin. Qetlîama li Sirûc û Tirkiyeyê ji aliyê DAIŞ’ê hate kirin. Qetlîama Enqereyê ji aliyê DAIŞ’ê hate kirin. DAIŞ hemû welatên cîhanê tehdît dike. Ji ber vê jî hemû şoreşgerên cîhanê yên li Rojava serbilind in ku têkoşîna xwe dikin û bi vê fikrê tevdigerin. Tiştekî ku em bibêjin “Rojava qediya” yan jî “Reqa qediya, êdî em dikarin vegerin têkoşîna xwe” tune ye. Ji ber ku rewşeke ku em bibêjin têkoşîna me tune. Têkoşîna komunîzmê, em komunîst in ji ber vê jî li ku derê pêkutî û zilm hebe, têkoşîna li dijî vî tiştî peywira hemû komunîstan û ya me ye. Ji ber vê jî şer û têkoşîna li vê derê şerê me ye û bi vê fikrê têkoşîna xwe didomînin.

Ji serê pêngavê ve we li pêş şer dikir. Windahiyên we jî çêbûn. Di nav gelê Ereb de rewşeke çawa ya bandorê heye?

Ji dema ku pêngava Reqayê hatiye destpêkirin, ji Tabûra Enternasyonalîst çar hevalên me şehîd bûn. Dogan Kûrefe, Mehmet Kûrnaz, Ûlaş Bayraktaroglû, Destan Temîz û hevrê Hasan Alî. Şehadetên dema nêzîk ên Destan Temîz û Hasan Alî ne. Du birîndarên me jî hene. Ji bo me wateya vê pêvajoyê ev e; me dizanibû ku pêngava Reqayê wê ne hêsan be û wê windahiyên me jî çêbibin. Ûlaş Bayraktaroglû damezirîner û serfermandarê DKP’ê bû, hevalên din jî di qadên xwe de pêşeng bûn, hevrê Hasan Alî û Destan Temîz di qadên de xwe pêşeng bûn û vî tiştî têkoşîna me mezintir dikir û vê têkoşîna me îspat kir ku hêzên pêşeng di têkoşînê de her dem li pêş in. Di vî warî de bûn sembol.

Heke em li bajaran bûna, dibe ku van şehadetan em xemgîn bikira. Lê li vê derê rewşeke berevajî heye. Dema nûçeyên şehadetê tê heke em karibin sûdê ji enerjî û îradeya wan a têkoşînê werbigirin, em dikarin wekî wan bijîn. Ji ber vê jî çekên hevalên şehîd li vê derê ye, hevalên me yên din rahiştine van çekan. Şehadeta van hevalan me xurt dike. Em vî tiştî ji ber hestiyarî û ajîtasyonê nabêjin. Ligel ev qas şehadetan em dixwazin di pêngavê de li pêş şer bikin û em dixwazin tevlî operasyonê bibin, ji ber ku rewşeke wisa heye; şehadetên li vê derê di nav gelê Ereb de jî bandora xwe heye. Dema ev pêngav bi dawî bibe yan jî ev ax werin azadkirin wê navê şehîdên me yên li vê derê, li zarokan were kirin. Em dizanin ku ev gel me fêm dike. Hinek kes mifteya xwe teslîmî me dikin dibêjin ‘ji xwe re bi kar bînin.’ Hinek kes bertekan nîşan didin, dibêjin “Hûn di malên me de ne lê em di konan de ne.” Divê mirov vê rewşê jî fêm bike. Divê em bizanibin ku dema em mal û xaniyên gel bi kar tînin ew li cihekî din dimînin. Ev ne tiştekî hêsan e. Ji aliyê din ve jî em dizanin ku jin di van malan de girtî ne. Mal girtîgehên wan e.Em ji bo ku girtîgehan bikin malên wan ên rastîn, em têdikoşin. Di dawiya vê pêngavê de em dizanin ku gelê Ereb wê vê têkoşînê fêm bikin. Ji ber ku îro jin nikarin biçin derveyî malên xwe, qedexe ye ku dengê jinan biçe mêran, feraseta DAIŞ’ê wisa ye. Niha hin hêz hene ku wan rizgar bikin. Em dizanin ku gel wê van hêzan fêm bikin û em bi vê ferasetê şer dikin. Hevrêyên me yên şehîd dibin, ne Kurd in û ne jî Ereb in, Tirk in. Ji bo gelê Ereb canê xwe didin û em dizanin wê ev tişt were fêmkirin.

Têkoşîna me ne ji bo lêgerîna nasnameyê ye, em ji bo gelên bindest têdikoşin. Azadiya gelên vê derê tê wateya azadbûna nasnameya me jî. Hevrê Destan Temîz di şexê hevrêyên Sirûcê şer dikir, hevrê Hasan Alî Qetlîama Enqereyê dikir referansa beşdarbûna xwe. Em dizanin ku li ser axa Reqayê wê ew jî tevlî nava me bibin.

Em dizanin ku ev şer wê bigihêje serfiraziyê û em dizanin ku mirovên din hene ku vê baweriyê par ve bikin û şer bikin. Ji ber vê jî em hemû gelên bindest, karker û jin û mêran vedixwînin nava refan.