BI DÎMEN

Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Kobanê hate pîrozkirin

21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Kobanê bi daxuyaniyekê hate pîrozkirin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê li Dibistana Şehîd Hogir daxuyaniyek da çapemeniyê û 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir.

Daxuyanî ji aliyê Berdevka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê Sozdar Mehmûd ve bi Kurdî ji aliyê Mamoste Cemîlê Hacî ve jî bi Erebî hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Weke tê zanîn ku 21'ê Sibatê Roja Zimanê dayikê ya Cîhanê ye. Bi armanca piştevanî û parastina rengîniya çandî û pir zimanî di sala 1999'an de ji aliyê UNECSO'yê ve hatiye ragihandin. Ev yek tê wateya ku ji holê rakirina rengîniya çandî û pir zimaniyê sûcê zihniyeta desthilatdariyê ye. Mixabin heta roja îro ji aliyê zihniyeta şovenperest ve li dijî gelek neteweyan sûc li mirovahiyê tê kirin. Di sedsala 21'ê de gelek netewe ji mafê xwe yê zimanî û çandî bêpar in û li ber tunebûnê ne. 

Saziyên cîhanî yê çandî di vê rojê de bi daxuyaniyan diyar dikin ku çiqas piştgirî dane zimanên din. Lewma zimanê dayikê hebûn, rûmet, nasname û pêşeroja netewan e. Divê hemû netewe bikaribin zimanê xwe yê dayikê di her qadên jiyanê de bi kar bînin. Ji xwe li gelek welatan ev yek pêk tê, lê belê dewletên li Kurdistanê dagirker in nahêlin ev yek pêk were. Berevajî vê ji bo parastina pêşxistina gelek zimanan astengî hene û gelek ziman têne pişaftin û ji holê tên rakirin. Yek  ji van zimanan jî zimanê Kurdî ye. Di rastiya xwe de di parastin, pêşxistin û bikaranîn zimanê Kurdî de astengiyên cur bi cur hene, kiryarên pişaftinê bi rê û rêbazên cuda didomin. Di peymanên navneteweyî de perwerdehiya zimanê dayikê wek mafê mirovan ê bingehîn hatiye dest nîşan kirin, lê ji bo Kurdan û gelek kêm-neteweyên din ên li Rojhilata Navîn perwerdehiya bi zimanê dayikê tuneye. her wiha gelek zext li ser gelek zimanan hene, mînaka herî şênber nêzikatiyên li dijî zimanê Kurdî ne. Bi taybetî jî li dijî çand û zimanê Kurdî dewletên ku Kurdistan dagir kirine, bi siyasetên xwe yên qirêj zimanê Kurdî wekî zimanekî nenas pênas dike.

Piştî dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê û qirkirina gelê Kurd ji herêmê, ji bo rakirin û tunekirina ziman û çandê li dewsa wê zimanê Tirkî hate ferzkirin. Di dema êrîşan de ji bilî wêrankirin û guhertina demogirafîk bi dehan hezaran xwendekarên ku li dibistanan ku bi zimanê Kurdî dixwendin û bi deh hezaran pirtûkên çandî, belavok, rojname û kovar bi zimanê Kurdî ji holê hatin rakirin.

Em jî weke Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê têkoşîna xwe li dijî pişaftin û kiryarên bi armanca tunekirina zimanê Kurdî bimeşînin.

Bi taybetî jî ji bo qedexeya perwerdehiya bi zimanê dayikê tu sedem û hincetan qebûl nakin. Bêguman ji bo pêkanîna vê yekê jî divê hemû mirov saziyên civakî  wekî peywireke mirovahiyê çi bikeve li ser mile wan bikin û li her qada jiyanê têkoşîna xwe bilind û xurt bikin.

Bi van ramanan em Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di serî de ji bo neteweya Kurd û hemû neteweyan pîroz dikin."