Roja Newrozê kurê xwe sparte axê
Kurê Emîra Fuat ku yek ji Êzdiya Efrînî ye, 18’ê Adara 2018’an ji hêla dagirkeran ve hate qetilkirin. Emîra ya ku roja Newrozê kurê xwe sparte axê, li Şehbayê li ber xwe dide, bi hêviya vegera li Efrînê ye.
Kurê Emîra Fuat ku yek ji Êzdiya Efrînî ye, 18’ê Adara 2018’an ji hêla dagirkeran ve hate qetilkirin. Emîra ya ku roja Newrozê kurê xwe sparte axê, li Şehbayê li ber xwe dide, bi hêviya vegera li Efrînê ye.
Ji ber teror û dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê bi hezaran Efrînî bêgav mane ku şûnwarê xwe berdin û berê xwe bidin Şehbayê. Ji nav van kesan 7 hezar Êzdiyên Efrînê jî niha li Şehbayê li ber xwe didin û bi hêviya wê rojê ne ku rojekê vegerin ser şûnwarê xwe.
Yek ji van kesan jî Emîra Fuat a 66 salî ye ya Êzdî ye, ku bixwe ji gundê Qibarê ya Efrînê ye û 18’ê Adarê dema ku bajar hatî dagirkirin kurê wê û biraziyê wê şehîd bûne.
Yadê Emîra kurê xwe bi destê xwe roja Newrozê sprta axê lê dagirker nahêlin ku bikaribe biçe ser gora kurê xwe. Piştre jî hevserê wê ji hêla dagirkeran ve hate revandin û bi fidyeya ku dan berdan. Leşkerên Tirk û çeteyên dewleta Tirk gelek caran êşkence li wan kirine. Emîra Fuat li gel hemû êrîşên dewleta Tirk jî li Şehbatê li gel malbata xwe li ber xwe dide û bi hêviya wê rojê ye ku rojek ji rojan vegere Efrîna xwe.
Emîra Fuat beriya ku Efrîn were dagirkirin bi 10-15 rojan ji ber êrîşên giran koçî Şehbayê dike, kurê wê Fuat piştre dîsa vedigere Efrînê, li gel pismamê xwe Evdo 18’ê Adara 2018’an li ser rêya Cindirêsê dema ku avahiyek tê bombekirin şehîd bibin. Yadê Emîra li ser vê, ji bo ku cenazeyê zaroyên xwe bistîne diçe Efrînê.
Emîra li ser wê rojê dibêje, ‘’Cenazeyê kurê min û biraziyê min avêtin ber me. Rûyê kurê min werimî bû û xwîn ji devan dihat. Me rahişte cenazeyê Fuat û Evdo û me ew li gundê xwe Qibarê veşartin. Tam roja Newrozê me zaroyên xwe veşartin.
Piştî ku me ew veşartin bi sê rojan em ketine ser rêya Şehbayê. Em hatin Cebel Ahlamê. Çeteyên Tirkan nehiştin ku em biçin Şehbayê. Em sê rojan li wir wiha li der û birçî man. Piştre em şandin Efrînê.”
Yadê Emîra bi berdewamî diyar kir çeteyên Siltan Mirat, Mutasim û Hamzat li gudê wan hatibûn bicihkirin, dema ku ew vegeriyane gund rojekê çete hatine mala wan, çek li wan kişandine û gotine wna, ‘’Hûn kafir in, em ê hemû Êzdiyan bikujin.’’ Yadê Emîra got, ‘’Min jî gote wan, ‘Ê me, em ne kafir in.’’ Min çend ayet ji Qur’anê ji wan re xwend, wiha ez xilas bûm. An na wê ez bikuştama. Em 3 mehan li gund man. Sê caran bi ser mala me de girtin û êşkene kirin.’’
Yadê Emîra bi berdewamî diyar kir cara duyan dema ku çeteyan bi ser mala wan de girtine hevserê wê revandine, 12 rojan wan xeber jê nestandine piştre çûne Efrînê e ji Tirkan pirsîne û got, ‘’Dema ku çûme hundir Tirkan lêpirsîn dikir. Yek jê bi Tirkî diaxivî. Dema ku min got hevserê min birine û careke dî xeber jê nehatiye standin gotine min, ‘’Biçe û piştî 3 rojan 5 hezar dolar bîne, em hevserê te bişînin.’’ Ez vegeriyam. Li Şehbayê geriyam. Li gelek deveran geriyam û min pere peyda kirin. Min rahişte pereyan û çûm. Dîsa eynî kes rûniştî bûn. Pere ji min standin û hevserê min berdan. ‘’
Yadê Emîra bi berdewamî diyar kir piştî ku hevserê wê berdana bi çend rojan çeteyan dîsa bi ser mala wan de girtine û got, ‘’Hemû kelûmel belawela kiribûn. Pirtûkên pîroz ên Êzidiyan, kelûpelên wan avêtibûn hewşê û pê li wan kiribûn. Berê çeke dane me û gef li me xwarin. Digotin ,’’Êzîdî kafir in, em ê Êzîdiyan bikujin.’’
Yadê Emîra herî dawî got, “Li Efrînê hovîtiyê dikin. Dagirkeran ti tehma jiyanê nehiştine. Zilmeke giran li Êzdiyan dikin. Daxwaza mine w e ku Tirk û çeteyên wan ji Efrînê biçin. Em dixwazin vegerin ser axa xwe.’’