Roj nîne ku li Efrînê sivîl nayên revandin

Li navçeya Mabata ya Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, sivîlekî din ji bo fîdyeyê hate revandin. Bîlançoya 19 rojên dawî nîşan dide ku rojane 5 kes tên revandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, Kawa Mihemed ê ji gundê Mamele yê navçeya Mabatayê di 19'ê Îlonê de ji aliyê dagirkeran ve hate revandin.

Hate ragihandin ku Mihemed li benda kontrolê ya li gundê Amare ya li ser rêya Raco-Mabatayê ji aliyê koma çete Ehrar El Şerqiya ve hatiye revandin.

Nayê zanîn ku Mihemed bi ku ve birine û ji malbata wî jî 200 hezar lîreyê Sûriyeyê fidye xwestine.

DI NAVA 19 ROJAN DE 101 KES HATIN REVANDIN

Li gorî nûçeya ANHA'yê dewleta Tirk û çeteyên wê di nava du mehên dawî de nêzî 140 sivîlên Efrînê revandin. Li gorî bîlançoya ANF'ê jî ku bi agahiyên ji çavkaniyên xwecihî amade kiriye, di navbera 16-19'ê Îlonê de herî kêm 24 sivîl hatin revandin. Hejmara sivîlên ji destpêka meha Îlonê ve hatin revandin gihîşt 101 kesî. Ev yek jî nîşan dide ku rojane herî kêm 5 sivîl tên revandin.