Rêzan Mihemed: Em ê hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin

Endamê Rêveberiya Hêza Parastina Civakî (HPC) Rêzan Mihemed diyar ku wezîfeya sereke ya HPC’ê rêxistinkirina gel e û got: “Soza me ye ku em xaka xwe û hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin.”

Endamê Rêveberiya Hêza Parastina Civakî (HPC) Rêzan Mihemed di despêka axaftina xwe de bal kişand ser kar û xebatên xwe û wiha got: “Kar û xebata hêza parastina civakê di nav gel de ye û erka xwe ya sereke li ser esasê şerê gelê Şoreşgerî û gel xwe bi xwe parastin bi rêxistin kirine, ji ber hêza parastina civakê, civak bi xwe ye. Ji ber dijminek dagirker a weke dewleta Tirk bi her awayî hewl dide vê gelî tune bike lê da ku gel li hember vê şerî bibe bersiv û serkeftinê pêk bîne, di nav hêza parastina civakî de gel xwe rêxistin dike.”

Rêzan îşaret bi rol û misyona Hêza Parastina Civakî ya di rewşên seferberî de kir û wiha domand: “Di rewşên seferberî de hemû endamên saziyên civakî dibin endamên hêza parastina civakî. Ji ber ku HPC herî zêde di nav gel de ye, gel û endamên saziyan bi hêza parastina civakî re xwe bi rêxistin dike û planên dijmin ên li ser civakê têk dibin û ji dijmin re dibin bersiva herî xurt.”

Endamê Rêveberiya Hêza Parastina Civakî (HPC) Rêzan Mihemed bi bîr xist ku ji 4'ê Cotmehê ve dewleta Tirk êrîşeke giran li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin û got: “Ji wê demê û heta niha, weke hêza parastina civakê bi endamên saziyan re di nav gel de ne. Em xwe bi parastin û perwerdekirinê, li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî xwe ji her cure rewşek awarte re amade dikin û dibin bersiv. Soza me ye ku em xaka xwe û hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin.”