Rêxistinbûn û xizmeta li Şehbayê
Beşeke mezin a Şehbayê, ku herêmeke stratejîk û dîrokî ya Mezopotamya û Sûriyeyê ye, îro dagirkirî ye. Li qadên rizgarkirî jî gel di nava bomberdûmanê de jiyanê ji nû ve ava dike.
Beşeke mezin a Şehbayê, ku herêmeke stratejîk û dîrokî ya Mezopotamya û Sûriyeyê ye, îro dagirkirî ye. Li qadên rizgarkirî jî gel di nava bomberdûmanê de jiyanê ji nû ve ava dike.
Şêniyên Şehbayê, ku ji ber êrîş û dagirkeriya çeteyên El Nûsra, Sûltan Mûrad, Ehrar-û Şam û DAIŞ'ê neçar man koçî Kantona Efrînê bikin, bi pêşengiya Meclîsa Rêveber a Şehbayê, ku sala 2015'an ava kirin, vegeriyan xaka Şehbayê û bi welatiyên li wir dest bi jinûve avakirina jiyanê kirin.
Li herêmên ji aliyê Ceyş El Siwar ve hatine rizgarkirin, tevî her tiştî jî jiyana nû hatiye afirandin. Li Şehba ya azad, sîstem û komunên xwe rêveberiyê hene ku gel xwe bi rêya van bi rê ve dibe û gelek saziyên ku bersivê didin pêdiviyên civakî hene.
Li hemberî polîtîkayên berê û niha yên cihêkirin û dijminkirinê, gelên Şehbayê li gundên rizgarkirî ku weke 'Şehba ya azad' tên binavkirin, neteweya demokratîk bi rengekî rojane dixin meriyetê. Gelên Şehba ya azad, ku Sîstema Federal a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê qebûl kirine û xwe weke parçeyek ji vê sîstemê bi rêxistin kirine, tevî hemû gefên dagirkeriyê û êrîşan, bi biryar in ku li ser axa xwe jiyanê ji nû ve ava bikin.
Di beşa duyemîn a vê nivîsê de, em ê rê û rêbazên ji nû ve avakirina jiyanê li gundên rizgarkirî yên Şehbayê, xebatên rêxistinbûnî û xizmetê yên bi pêşengiya Meclîsa Rêveber a Şehbayê tên kirin, lêkolîn bikin.
ŞEHBA AZAD JI KÎJAN HERÊMAN PÊK TÊ?
Herêma ku îro ji aliyê gelên lê dijîn ve weke Şehba ya Azad tê binavkirin, ji 75 gund û bajarokê Til Rifatê pêk tê, ku di navbera Sibat û Kanûna 2016'an de ji aliyê hêzên Ceyş El Siwar (Artêşa Şoreşgeran) ve hatin rizgarkirin. Beşek ji gundên hatine rizgarkirin bi ser Ezazê, beşek jî bi ser Babê ve ye. Wekî din 7-8 gund jî bi ser Cebel Semanê ve ye ku gelekî nêzî Helebê ye. Tevî ku Minbic yek ji bajarên herî qedîm ê Şehbayê ye, ji ber ku Bab hatiye dagirkirin ji herêma Şehbayê qut bûye û bi rengekî serbixwe xwe bi rêxistin dike. Ji ber vê yekê, şêniyên Şehbayê xeta navbera Ezad, Bab û Cebel Semanê weke herêmên rizgarkirî yên Şehba ya Azad bi nav dikin.
Gundên Şehba ya Azad li ser sînorê Efrînê, Heleb a di destê rejîmê de ye û xeta Şehba ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin de ne. Erdnîgariya wê ne weke ya Efrînê çiyayî ye. Şehba û gundên rizgarkirî bi giranî ji deşt û beriyê pêk tên. Her wiha gundên wê, li gorî yên Kantona Cizîrê û Efrînê gelekî mezin in. Ev cihên ku weke gund tên binavkirin, hema bêjin bi qasî navçeyekê mezin in.
ŞÊNIYÊN LI HERÊMA ŞEHBAYÊ
Bi qasî nîvê gundên Şehba ya Azad, gundên Kurdan e, ku ji berê ve şêniyên wê Kurd in. Beşek gundên mayî jî yên gelê Ereb e. Li gundên din jî Kurd û Ereb bi hev re dijîn. Û nifûsa herêma hatiye rizgarkirin îro 35 hezar e.
Beşek ji nifûsa heyî ya Şehba ya Azad, ji xwecihiyên van gundan pêk tê. Beşek jî ji Kurd, Ereb û Tirkmenên ku ji ber zext û zordariya komên artêşa azad, El Nûsra, DAIŞ û dagirkeriya dewleta Tirk neçar man ji Şehbayê koç bikin, pêk tê. Lê belê piraniya mirovên hatin koçberkirin Kurd in.
MECLÎSA RÊVEBER A ŞEHBAYÊ
Li Şehbayê niha meclîsek heye ku xwe bi rêbaza konfederal a demokratîk bi rêxistin dike. Sîstmeke ku berê meclîs bû, niha jî xwe bi rengê komunan bi rêxistin dike, heye. Şêniyên Şehbayê ku feraseta xwerêveberiyê, azadiya jinê û paradîgmaya neteweya demokratîk a Şoreşa Rojava ya li Efrînê bandor li wan kir, 24'ê Adara 2015'an Meclîsa Rêveber a Şehbayê ava kirin.
Hê di destpêkê de ji bo meclîs sîstema hevserokatiyê mîna li gelemperiya Rojava hate pejirandin. Meclîsa ku ji rêveberiyeke ji 28 kesan pêk tê û xwe li gorî pêwîstiyê bi komîteyan bi rêxistin dike, salekê ji bo şêniyên Şehbayê yên koçî Efrînê kir, xebitî. Piştî ku hejmara şêniyên Şehbayê yên koçî Efrînê kirin zêde bû, ji bo berfirehbûnê pêwîstî bi konferansekê dît.
Meclîsa Şehbayê, 3-4'ê Sibata 2016'an b beşdariya 200 delegeyên ji Ezaz, Bab, Cerablûs, Minbic, Sifire û herêmên din, konferansa xwe ya 2. pêk anî. Di vê konferansê de, ku di demekê de şer giran bû pêk hat, ji bo Desteya Rêveberiyê ya Meclîsa Herêmê 49 kes hatin hilbijartin, ku 17 jê jin in. Ji Ezazê 17, ji Babê 17, ji Cerablûsê 6, ji Sifirê 6 nûneran cihê xwe di nava Meclîsa Rêveber a Herêma Şehbayê de girtin. Di vê konferansê de careke din ji QSD'ê hate xwestin, ku herêmê ji komên çete DAIŞ, El Nûsra, Ehrar-û Şam paqij bike. Di nava meclîsê de ku ji nûnerên hemû gelên Şehbayê pêk tê, niha 56 kes hene.
ŞOREŞA ROJAVA Û BANDORA OCALAN
Desteya Rêveber a Meclîsê, ji avakirina jiyana nû ya li Şehba ya Azad re pêşengiyê dike. Di nav de Kurd, Ereb Tirkmen hene. Rêveberiya Meclîsê ragihand ku Kantona Efrînê hem ji aliyê stargehê hem jî rêxistinkirinê ve gelekî alîkarî da wan û ew jî gelek tişt jê hîn bûne.
Di nava encamên rêveberiya meclîsê de Kurdên ku beriya şoreşa Rojava nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas dikin hene. Ji xwe van pêşengî ji karê vê meclîsê re kirine, Lê îro hemû endamên meclîsê hemfikir in ku projeyên Ocalan rizgariya wan û gelên Sûriyeyê ye. Û weke Rêberê hemû gelan xwedî li Ocalan derdikevin.
Dema rê û rêbazên vê yekê dipirsim, gelek ji wan bersiveke mîna hev didin: "Dema me dest bi şoreşê kir, gelek koman qala azadiyê dikirin. Lê belê têk çûn û jiyan ji me re nehiştin. Îro beşeke mezin a axa me dagirkirî ye. Me dît bê kê dagir kiriye, kî hewl dide rizgar bike. Me dît ku mirovên li vê derê bi nêrîna Rêberê xwe tevdigerin û bi vî rengî xwe dafirînin. Me jî dît ku nêrînên Rêberê me rizgariya me ne."
GAV BI GAV HÊZÊN LEŞKERÎ ŞOPANDIN
Meclîsa Rêveber a Şehbayê, operasyona şervanên Ceyş El Siwar a ji bo rizgarkirina Şehbayê her tim ji nêz ve şopand. Çawa ku gund hatin rizgarkirin, meclîsê li gundan dest bi lêkolînê kirin û kir ku welatiyên li Kefer Naya, Til Rifet, Şêx Îsa, Ihrîs, Kefer Nasih, Şehabiye û Kefer Etnwanê dijîn karibin vegerin cih û warên xwe û meclîsên wan ava kir.
Şervanên Ceyş El Siwar, bajarok û gundên di operasyona 14'ê Sibata 2016'an de ji artêşa Tirk û çeteyên wê rizgar kirin, radestî Meclîsa Rêveber a Şehbayê kirin. Şervanên Ceyş El Siwar di vê operasyonê de, bajarokên Dêr Cemal, Teneb, Keştear, Merenaz, Vîllat El Qadî, Elqemiye yên Kantona Efrînê û bajarokên Til Rifet, Kefer Naya, Minix, Kefer Nasih, Ihrîs, Eyn Deqnê, Beylûniye, Şêx Hîlal, Kefer Entwan, Şehabiye û il Ecar ên Şehbayê û Balafirgeha Leşkerî ya Minixê rizgar kirin.
30'ê Tebaxa 2016'an, şervanên Ceyş El Siwar vê carê jî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dest bi operasyonê kirin û gundên Um Hoş, Um Qura, Herbel, Hesiye, Semûqa, Til Qerah, Wehşiye, Fafîn, Qeramil, Til Midyeq, Qolsirûc, Hewarîn, Til Şeîr, Muşat, Kefer Qaris, Til Sosyan û Elaoşa, febrîqeya çîmento ya li gundê Til Sosyan û Bendava Şehbayê rizgar kirin. Meclîsa Rêveber a Şehbayê vê carê dest bi paqijkirina van herêman ji mayinên DAIŞ'ê kir. Li beşeke ji van gundan hê jî ji ber mayinên zêde yên DAIŞ'ê gundî nikarin bimînin.
Meclîsê herêmên hatin rizgarkirin bi 5 navçeyên; Til Rifet, Kefer naya, Ihris, Um Hoş û Fafînê cuda kir. Tevî vê yekê li gundên Um Hoş, Wehşiye, Hasîn, Werdiye, Hesacikê û li gundiyên Helîsê, Elaoşe û Fafînê meclîs hatin avakirin. Bi vî rengî li herêmên hatin rizgarkirin 15 meclîsên ji aliyê hevserokan ve tên birêvebirin hatin avakirin. Bi demê re li hemû herêmên hatin rizgarkirin meclîs hatin avakirin.
GEL XWERÊVEBERIYÊ Û HEVSEROKATIYÊ ZÛ DIPEJIRÎNE
Rêxistinbûna bi awayê meclîsan, rêvebirina xwe bi xwe ûs îstema hevserokatiyê ji aliyê gelê Ereb ve, ku nîvê vê herêmê ye, zû hate pejirandin. Hevseroka Meclîsa Rêveber a Şehbayê Cîhan Hîdro li ser vê rewşê wiha dibêje:
"Em her tim li pişt hêzên leşkerî bûn. Wan kîjan gund rizgar dikirin, em diçûn wî gundî û me bi gel re nîqaş dikir. Bi rêya rêxistinbûnê me qala ji nû ve jiyana xwe dikir. Her ku rêbaza me ya xebatê didîtin hê bêhtir xwe nêzî me dikirin û li me guhdarî dikirin. Bi taybetî mijara rêvebirina xwe bi xwe, tevî ku xerîbê wê jî bû, gelekî bala wan dikişand.
Wê meclîsa her gundî hebe. Her gund wê xwe bi xwe bi rê ve bibe. 5 salan gelekî êş kişandin. Ne artêşa azad, ne DAIŞ'ê, ne jî beriya wan rejîmê ev firsend da bû wan. Berevajî, bi tundî serdestiya xwe li ser wan ferz kiribûn. Niha dema ku em ji wan re dibêjin ku dikarin xwe bi xwe bi rê ve bibin, hem matmayî dimînin, hem jî gelekî kêfxweş dibin. Wekî din Kurd, Ereb, Tirkmen hene. Ji ber ku di nava meclîsê de cihê xwe digirin, gelekî kêfxweş in. Dikarim bêjim ku ev sîstem bi taybetî li gundên Ereban bi hêsanî hate rûniştandin.
Wekî din li Şehbayê jin hinekî girtî ye. Bi taybetî di nava civaka Ereb de zor û zehmetî zêde derdikevin pêşiya jinê. Lê belê li gundên Ereban bi xwe jî, nerazîbûn li sîstema hevserokatiyê nehat nîşandan. Jin li gundên Ereban jî cihê xwe di nava meclîsê de girtin."
XWE DI NAVA SÎSTEMA FEDERAL DE BI RÊXISTIN DIKIN
Herêma Şehba niha weke parçeyek ji Sîstema Federal a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê xwe bi rêxistin dike.
Herêma Şehbayê, 4 nûnerên xwe şand civîna Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, ku 16-17'ê Adara 2016'an pêk hat. Bi vî rengî nîşan da ku vîna xwe li aliyê sîstema federal datîne. Herêma Şehbayê her wiha nûnerên xwe şand civîna 2. a ku dawiya salê hate lidarxistin û peymana civakî ya federasyonê lê hate qebûlkirin.
Herêma Şehbayê niha di nava sîstema federal a demokratîk de bi Meclîsa Rêveber a Şehbayê bi şêweyê konfederal a demokratîk xwe bi rêxistin dike. Û niha 2 nûnerên Şehbayê di nava Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de cih digirin.
Her wiha Herêma Şehbayê di nava Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) de ku bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk sala 2015'an hate avakirin û li gelemperiya Sûriyeyê rêxistinbûyî ye, bi nûnerekî tê temsîlkirin.
RÊXISTINBÛN Û KARÊ XIZMETÊ BI HEV RE HATIN KIRIN
Meclîsa Rêveber a Şehbayê, li herêmên rizgarkirî yên Şehbayê, tevî rêxistinbûnê bi derfetên xwe yên kêm dest bi karê xizmetê jî dike. Hevseroka Meclîsê Cîhan Hidro destnîşan dike, ku rêxistinbûn û karê xizmetê hevdu xurt dikin.
"Her ku xizmet zêde tê kirin, bala mirovan hê bêhtir diçe se sîstemê, ser meclîsan. Her ku tevlîbûn zêde dibe, xizmeta bi hevkariyê jî xurt dibin."
Meclîsa Rêveber a Şehbayê komîteyên xwe berfireh kir û kir 14 komîteyên; Karên Hundir, Têkiliyên Giştî, Zîreet, Perwerde, Xurek, Bawerî, Sûlh, Tenduristî, Maliye, Jin, Parastin, Sotemenî, Şaredarî û Malbatên Şehîdan. Bi rêya van komîteyan xizmetê li herêmê dike.
BI AVAKIRINA ŞAREDARIYÊ RE BINESAZÎ HATE XURTKIRIN
Karê destpêkê yê meclîsê, bi rêya komîteya şaredariyan avakirina şaredariyê û destpêkirina karê ji bo binesaziyê bû. Şaredariyê, ji destpêkê ve jib o çareserkirina pirsgirêkên av û elektrîkê yên herêmê, gelekî hewl da. Şebeyên belavkirina avê û depoyên ku ji ber şer zerar li wan bûn, sererast kir û bi vî rengî pêwîstiya gel a bi avê bi giranî çareser kir.
her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêka avê, li hin gundan bîr hatin kolandin, xebitandin. Niha hê li hin gundan pirsgirêka avê heye. Lê belê Şaredariya Şehbayê li gorî derfetên xwe plan daniye pêşiya xwe ku pirsgirêk avê li hemû gundan çareser bike.
Şaredariya ser bi meclîsê ve ji aliyekî ve hewl dide xizmetê bike, li aliyê din jî xwe bi rêxistin dike. Niha tevî Şaredariya Şehbayê ya Giştî li her wargehê navendeke şaredariyê, komunên wê û komîteyên şaredariyê yên ser bi van saziyan ve hene.
Karekî din ê sereke ku şaredarî pê re mijûl bû, eletkrîk e. Li gelek cihan jeneratorên mezin hatine danîn. Niha Şehba dorpêçkirî ye û ji ber ku derfetên xwe kêm e, ev jeneratorên navborî rojane ancax 6 saetan dikare elektrîkê bidin.
LI 80 DIBISTANAN PERWERDE HEYE
Derfet kêm jî be, dibistanên ku 90 ji sedî di şer de xera bûn, hatin tamîkirin. Niha li her gundekî Şehba ya Azad, herî kêm dibistanek heye. Bi giştî 80 dibistan hene û li van dibistanan perwerde tê dayin.
Li van dibistanan îsal perwerde tê kirin. Piraniya Kurdên li herêmê niha bi Kurdî nizanin. Zimanê perwerdeyê niha zimanê hevpar ê hemû gelên herêmê Erebî ye. Lê belê komîteya perwerdeyê amadekarî kiriye ku li dibistanên Kurdan bi Kurdî li yên piraniya şêniyên herêmê Ereb in bi Erebî û Kurdî perwerdeyê bide destpêkirin.
ABORÎ Û TENDURISTÎ
Niha pirsgirêka herî mezin a Şehba ya Azad aborî û tenduristî ye. Ji roja rizgarkirina gundên Şehbayê û vir ve dewleta tirk û çeteyên wê topan lê dibarînin. Her wiha ji aliyekî ve rejîmê, ji aliyê din ve jî dewleta Tirk û çeteyên wê dor lê girtine. Ji ber ku cîranê Efrînê ye, ji aliyê aborî û tenduristiyê ve hinekî bêhn tê ber şêniyên Şehba ya Azad. Lê belê Efrîn bi xwe jî dorpêçkirî ye. Ji ti saziyên alîkariyê yên navneteweyî piştgirî ji wan re nehatiye dayin. Wekî din her roj mirov ji herêmên dagirkirî yên Şehbayê koçî van herêmên rizgarkirî dikin.
Şêniyên Şehba ya Azad, ku tevî vê yekê bi biryar e teslîm nebin û dest ji axa xwe bernedin, bi pêşengiya Komîteya Zîreetê giraniyê didin çandiniyê û bi vî rengî têra xwe dikin. Niha li herêmên rizgarkirî, çavkaniya bingehîn a debarê zîreet û sewalkarî ye. Axa Şehbayê gelekî dewlemend e; ji aliyê kevneşopî ve mirovên Şehbayê di warê çandiniyê de gelekî jîr û jêhatîne. Genim, nok, fekî û zebzeyan diçînin.
Şêniyên Şehbayê berhemên xwe yên çandiniyê ancax dikarin li herêmên rizgarkirî yên Şehbayê û Efrînê bifiroşin. Her wiha ji ber êrîşên dewleta Tirk, li zeviyên şêniyên Şehba ya Azad xisarên mezin rû didin. Beşek ji genimê xwe, ji bo dema şer ji xwe re hiltînin. Vê yekê jî ji ber êrîşên dewleta Tirk, bi Rêveberiya Kantona Efrînê re li Efrînê dikin.
Meclîs bi vekirina du navendên tenduristiyê hewl dide pirsgirêkên tenduristiyê yên şêniyên Şehbayê çareser bike. Dema ku ev her du navendên tenduristiyê têrê nakin, hingî welatiyan dişînin nexweşxaneyên li Efrînê. Lê belê ji ber dorpêçiyê pirsgirêka dermên li Şehba û Efrînê pirsgirêkeke cidî ye.
KOMUN
Meclîsa Rêveber a Şehbayê berê xwe bi meclîsan li Şehbayê bi rêxistin kiribû. Lê belê ev çend meh in xwe bi awayê komunan bi rêxistin dike. Hem li her gundî komun hatine avakirin, hem jî li gorî pêwîstiyê li hin gundan 2-3 komun hatine avakirin. Navê şehîdên Şehbayê li komunên xwe dikin.
Cîhan Hidro diyar dike, ku di asta têrker de nebe jî, bi tecrûbeya ji meclîsan wergirtî komunên wan karekî girîng dikin. Komun di nava xwe de li gorî pêwîstiyê 6-7 komîteyên perwerde, karên olî, tenduristî, jin, sûlh, şaredarî û parastinê ava kirine. Di nava komunan de hem sîstema hevserokatiyê heye, hem jî di her komîteyê de jin bi rêjeyeke girîng de cih digirin. Li hin gundan ev rêje nîv bi nîvî ye.
Li Şehba ya Azad, nuqteya ku di nava sîstema civakî û rêxistinbûnê de herî zêde balê dikişîne, daxwaza jinê ya tevlîbûna li nava sîstemê û rabûna astengiyên civakê li pêşiya vê ye. Rewşa civaka Şehbayê û jinên herêmê hinekî girtî ye. Hê jî irf û adet li vir xwedî giraniyekê ne. Bi taybetî jinên Ereb beriya niha bi çend salan di nava zexteke giran de bûn. Îro civaka Ereb gelekî zû pejirand ku jin di nava sîstemê de bi rola xwe rabe. Şêniyên Şehbayê vê yekê bi pêwîstiya azadiyê ya civaka Ereb ve pênase dikin.
AKADEMÎ Û SAZIYA EDALETÊ
Meclîsa Rêveber a Şehbayê ji bo bersivê bide pêwîstiya civakê ya bi perwerdeyê, Îlona 2016'an li Til Rifatê Akademiya Şehîd Azîz Ereb ava kir.
Karê perwerdeyê yê li vê akademiyê jî ji aliyê Komîteya Perwerdeyê ya ser bi Meclîsa Herêmê ve tê kirin. Bi rêya akademiyê hewl tê dayin endamên meclîs, komun û komîteyan û tevahiya civakê bê perwerdekirin. Heta niha bi komên ji 20-25 kesî 7 dewreyên perwerdeyê hatine kirin. Zimanê perwerdeyê Erebî ye, ji ber ku ji aliyê tevahiya civakê ve tê zanîn. Li akademiyê li ser mijarên neteweya demokratîk, dîroka jinê, komun û hwd. ders tên dayin.
Wekî din li Şehbayê Saziyeke Edaletê ku navenda wê li bajarokê Til Rifetê ye, hatiye vekirin. Li tevahiya Saziya Edaletê nûnerên komîteyên sûlhê cih digirin. Lê belê şêniyên Şehba ya Azad, gelek pirsgirêkên xwe berî bigihêje ber destê Navenda Edaletê ya Civakî li komîteyên sûlhê yên komunan û pirsgirêkên jinan jî li malên jinan çareser dikin. Cîhan Hidro tîne ziman, ku pirsgirêkên li nava civakê wê neqedin û destnîşan kir, ku pêşketineke gelekî girîng e ji ber ku komun û malên jinan di vî warî de çareseriyê dafirînin.
BI BIRYAR IN
Li herêmên rizgarkirî yên Şehbayê, gel bi pêşengiya Meclîsa Rêveber a Şehbayê, tevî hemû êrîş, dorpêçî û ambargoya dewleta Tirk jî, di nava demeke kurt a weke salek, sal û nîvekê de sîstema xwe ava kirine. Şêniyên Şehbayê ku di nava bomberdûmanê de dijîn, destnîşan dikin ku ji bo parastina axa xwe û xurtkirina sîstema xwe ew bi biryar in.