Rewşenbîr û siyasetmedar li Kobanê li hev kom bûn-NÛ BÛ

Li bajarê Kobanê yê Rojava Komxebata Yekîtiya Rewşenbîran pêk hat.

Komxebat bi dirûşma "Em tenê bi yekîtiyê dikarin azad bibin û paşeroja xwe misoger bikin" bi beşdariya 100 delegeyî pêk hetê. Rojeva sereke ya komxebatê dagirkeriya dewleta Tirk û pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdane.

Partiyên siyasî yên kurdî mîna Partiya Çepgir a Kurdî li Sûriyê (PDKS), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (PYDKS), Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (PDKS) û Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS) banga Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê pêk anî.

Her wiha partiyên siyasî, kesayetên welatparêz, serbixwe yên kantonê beşdarî komxebatê bûn. Komxebat li salona Ronî War a li navenda Kobanê tê lidarxistin.

Di destpêkê de lêkolînerê siyasî Mesûd Mihemed axivî û got aliyên şer li Sûriyê û Tirkiyê ji beriya çend salan di nava şerekî leşkerî û siyasî de ne û lihevkirinên ku di wan de dibêjin divê şer li dijî Kurdan li ku derê be were kirin û ji bo vê yekê jî nêrîna wan dibin yek her wiha li Îran û Iraqê jî.

Li qada komxebat lê tê lidarxistin tabloyên bi nivîsa "Kurdistan welatê me ye, zimanê me kurdî ye, dîroka me zerdeştî ye û giyanê me êzidî ye" û "Ji berxwedana keleha Hewlêrê heta Kobanê keleha berxwedanê em ê li ser soza xwe bin heta Kurdistanê rizgar bikin" hatine daliqandin.

Di rûniştina yekê de têkildarî sîstema perwerdehiyê Zozan Bazî axivî û diyar kir ku ji beriya her tiştî divê zarok bi zanist, felsefe, ziman û çandê mezin bibin û perwerde bibînin. Bozî anî ziman ku ji ber şerê li herêmê perwerdehiyek baş nayê kirin, di nava mercên giran de perwerdehî tê dayîn.

Eyşê Efendî jî ya li ser derûniya civakê axîv, da xuyakirin ku şer di nava civakê de herî zêde rê li ber xirabûna derûniya zarokan vedike. Efendî got: "Li ser rewşenbîrên li Kobanê ferze ku em perwerdehiyê bidin civakê û ji bo pirsgirêkên wan bibin bersiv."

Komxebatê du rojan dewam bike.